Parêzerên Baroya Şirnexê dest bi dersa Kurdî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê, bi hevkariya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dê perwerdeya Kurdî bide endamên xwe.

Baroya Şirnexê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya Kurdî kirin.

Dersên Kurdî bi daxwaza parêzerên endamê Baroya Şirnexê li Hola Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Şirnexê tên dayîn.

Heyama yekem a dersên Kurdî, dê mehekê berdewam be û 24 parêzer beşdarî kursê bûne.

Di wan demên dawî de, perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûye rojev.

Rêxistin û sazî û komeleyên çandî û partiyên siyasî jî li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û herwiha bikaranîna zimanê Kurdî li cihên giştî daxuyaniyên cuda cuda didin.

Parlamenterê HDPê yê Amedê, Îmam Taşçîer jî pêr ji Rûdawê re ragihand, zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zimanê zêdeyî 25 milyon kesan e û “divê bibe zimanê fermî yê duyemîn li Tirkiyê û di her qadî de were bikaranîn.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrê jî roja 9ê Cotmeha 2021an di gotûbêjekê de li gel Rûdawê, kursên zimanên Kurdî yên ji aliyê şaredariya Stenbolê ve hatine vekirin nirxandibû û amaje bi wê yekê kiribû ku bi kursan piras zimanê Kurdî çareser nabe, û divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.

Şaredariya Stenbolê dema 3 salan e bi awayekî sînordar, kursên zimanê Kurdî vedike.