Goreke bikom a Kurdên Êzdî ji Telefer bo Şingalê tê veguhestin
Hewlêr (Rûdaw) - Goreke bikom a Kurdên Êzdî ku li gundê Kesir Mîhrab ê ser bi Telefer hatiye dîtin bo Şingalê tê veguhestin. Termê 18 Kurdên Êzdî di gora bikom de ne.
Huznî Murad ê birayê Nadiye Murad ku haya wê ji veguhestina gora bikom heye ji Rûdawê re got: "Piştî kontrolkirina Telefer, ew gor li gundê Kesir Mîhrab ê Teleferê hatibû dîtin, termê 18 Kurdên Êzdî di nav gorê de bûn û piraniya wan xelkê gundê Koço ne."
Li gor Huznî Murad, bi hevkariya tîmekî hikûmeta Iraqê termê 8 ji wan Kurdên Êzdî hatine diyarkirin û îro bo gundê Hatimiye yê Şingalê tên veguhestin. Li gor zanyariyên Rûdawê, 7 ji wan termên ku îro tên veguhestin, ên xelkê gundê Koço ne û yek jî xelkê gundê Hatimiye ye. Ew hemû di êrîşa 3ê Tebaxa 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.
Çekdarên DAIŞê di êrîşa ser Şingalê de zêdeyî 6 hezar Kurdên Êzdî revandin, hinek ji wan Kurdên Êzdî bikom hatin kuştin û heta niha çendîn gorên bikom ên Kurdên Êzdî hatine dîtin.