Daxuyaniya partiyên Bakur li ser rewşa Başurê Kurdistanê

Amed (Rûdaw) - Partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê , Hareketa Azadî , KADEP , OSP , PAK , PAKURD , PDK-Bakur îro 15ê Cotmehê li Amedê li Avahîya Navenda Giştî ya PAKê li ser rewşa siyasî ya Başurê Kurdistanê daxuyanîke hevbeş dan çapemenîyê.

 

Di daxuyaniya hevbeş a her 6 partiyên Bakurê Kurdistanê de hat gotin: "Wek tê zanîn ji beriya niha li Başurê Kurdistanê rewşek awarte ya siyasî qewimî. Li gelek deran êrîş li ser buroyên partiyên siyasî û yên çapemenîyê hatin kirin. Di van bûyeran de hemwelatiyên Başurê Kurdistanê jî jiyana xwe ji dest dan. Partiyên Bakurê Kurdistanê jî li ser van bûyeran helwesta xwe bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ji raya gitştî re ragdigihînin."

 

Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê berdevkê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran ve hat xwendin. Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir jî bi Tirkî helwestên van 6 partiyan anî ziman. Piştî daxuyanîyê nûnerên partîyan pirsên rojnamevanan bersivandin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, di dîroka sed salî ya gelê Kurd û Kudistanê de, destketa herî mezin a netewa kurd, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ye û hemû pêkhateyên Kurdistanê û hemû rêxistin û partiyên kurd xwediyê wê statuya federal in û bi ked û xebata hemûyan ev destkevt hatiye bidestanîn.

 

Li gor daxuyaniyê, niha rol û pêgeha Başûrê Kurdistanê ji gelek dewlet û hêzên herêmî zêdetir e û wê yekê bi destkevta zêrîn dide naskirin.

 

Her 6 partiyên Bakurê Kurdistanê herwiha didin xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê ji sê aliyan ve rastî êrişên dijminên kurdan tê. Partiyên Bakurê Kurdistanê radigihînin ku ji aliyekê ve DAIŞ êrişî statuya Başûrê Kurdistanê dike, di rexekê de şerê aborî ji aliyê Bexdayê ve ligel Başûr tê kirin û herwiha şerê sêyem jî di aliyê siyasî û dîplomasî de li dijî statuya kurdan li Başûrê Kurdistanê tê kirin û daxwaza yekgirtinê û parastina destkevtan li hemû kurdan dike.

 

Derbarê pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî, di daxuyaniyê de tê gotin, ku ew yek ne pirsgirêka bingehîn a gelê kurd e û pêwîst e ew kirîz bi rêya gotûbêjan were çareserkirin.

 

Daxuyaniyê amaje bi alozî û bûyerên tundûtîj ên çend rojên borî yên li Başûrê Kurdistanê jî kiriye û daye xuyakirin, ku dijmin hewl didin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigrin û ji ber wê jî lîstokên qirêj dikin. Partiyan daxwaz ji gelê kurd li Başûrê Kurdistanê dike ku nekevin dava wan lîstokan û xwedî li destkevtan derkevin.

 

Daxuyanî herwiha amaje bi kêmasî û pirsgirêkên aborî û civakî yên xelkê li Başûr dike û tekez dike ku pêwîst e ew arîşe werin çareserkirin û daxwazkirina mafan ji aliyê gel ve jî bi mafekê rewa dide naskirin lê tekez dike: “Gelên Kurdistanê divê bizanibe ku, reaksiyona demokratîk û şewitandina avahiyên partiyan du tiştên li dijî hev in. Şewitandina avahiyên partiyan, dezgehên sivîl û çapemeniyê, şewitandina azadiyê, şewitandina demokrasiyê ye.”

 

Ev jî naveroka daxuyaniya hevbeş a her 6 partiyên Bakurê Kurdistanê ye:

 

Heke em li dîroka sed salên dawî ya gelê Kurd û welatê me Kurdistanê binêrin, dibînin ku destkevtiya herî mezin netewa Kurdistanê bi dest aniye, Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ye. Xelkê Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li başurê welatê me pêkve xwedî dewleteka federe ne. Rol û bandora Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ji gelekî dewlet û hêzên herêmê zêdetir e. Ev destkevtin û ev dem, di dîroka netewa me de dem û pêvejoyeke siyasî  ya zêrîn e.

 

Ev destkevtina zêrînî di saya hemî partî û rêxistinên başurê welatê me û bi fedakarî û têkoşîna gelê me hatiye bides anîn. Bi her cure reng û dengên xwe ve, hemî partî û rêxistinên vî beşê welatê me para xwe di vê serkevtinê de hene.Herweha ev destkeftina , berhema ked, xebat û piştgirîya hemû gelên me yên çar perçeyên Kurdistanê ye.

 

Netewa Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li hemû beşên welatê me; li bakur, rojhilat, rojava û her wisa diyasporaya Kurdî bi hebûn û serkevtinên Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê şanaz û serbilind in. Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ji bo gelê Kurd bo dahatuyê bûye cihê baweriyê, hêviyê, bûye stargehek bo me hemûyan.

 

Em şeş partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî bi Dewleta li Başurê Kurdistanê serbilind in. Serkevtinên Dewleta Federe me dilşad dike, krîz û alozî jî me diêşînin.

 

Îro li Başûrê welatê me , dijminên gelê Kurdistanê şerê gelê me dikin. Yek DAIŞa terorî ya hov e ku bi komkujî û xwînrijandinê wazîfeya xwe tîne cih. Şerê duyemîn jî ya şerê aborî ye. Ev şer jî ji alîyê Hikumeta Bexdayê tê meşandin. Şerê sêyemin jî bi rêyên siyasî, dîplomasî û têkdanên civakî ve têne meşandin.

 

Dijminên Kurdistanê dixwazin bi rêya van 3 hêzan ve Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê birîndar bikin, têkbibin, meşa wê ya serxwebûnê bişkînin, lawaz bikin.

 

Di demeka weha de bi ya me Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê , ne pirseke esasî ya gelê me ye. Diviyabû bi rêya goftûgo û mıtabaqateke hevbeş ev prisgirêka bihata çareserkirin. Rola rêzdar Mesûd Barzanî, Serokê Herême Kurdistanê, berçav e di parastin û pêşxistina destkevtiyên li başurê welat de. Ev rol dê di berjewendiya gelê me de be. Pirsgirêka  ‘’sîstema serokatiyê’’  an ‘’sîstema parlamenteriyê’’ jî, divê bi mutabaqateka hevbeş an jî bi raya gelên Kurdistanê bê çareserkirin.

 

Ew dijminên Kurdistanê yên ku dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin  îro, bi leyîstokên xwe yên qirêj, dixwazin li Başûrê Kurdistanê careke din rê ji şerê birakujiyê re vekin.

 

Em bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin. Hişyar bin. Dijminên gelên Kurdistanê dixwazin hêviya hemû Kurdistanîyên cîhanê bişkînin, dixwazin Kurdistanê xera bikin. Bila kes neyê vê leyîstokê. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî  yên Başûrê Kurdistanê , helbete ku divê bêne çareserkirin; ev daxwazeke însanî û meşrû (rewa) ye. Lê nabe ku ev daxwaz û xwepêşandan bibin sebebê şikandin, birîndarkirin  û têkbirina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Gelên Kurdistanê divê bizanibe ku, reaksiyona demokratîk û şewitandina avahiyên partiyan du tiştên li dijî hev in. Şewitandina avahiyên partiyan, dezgehên sivîl û çapemeniyê , şewitandina azadiyê, şewitandina demokrasiyê ye.

 

Îro li Başûrê Kurdistanê Parlamentoyek, Hikûmetek û Serokatiyek  he ye. Hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke ku hema hema ji temamiya partiyên li parlemantoyê ne pêk hatiye. Berpirsiyarê  hemû xweşî û nexweşiyan hemû partiyên ku di Hikûmetê de nin. Nabe ku yek partî wek berpirsyar bê dîtin û êrîş lê bê kirin.

 

Divê  Komîteyeke Taybet ya bêalî , jibo lêkolînkirina van  bûyerên vê dawîyê bê damezrandin  û yên ku qanûn binpê kirine, bêne darezandin.

 

Divê hemû Kurdistanîyên cîhanê bi dengêkî  bilind, piştgirîya Dewleta xwe ya li Başûrê Kurdistanê bikin.

 

Divê em rê nedin planên dijminên Kurdistanê. Divê em kêfa dijminan li xwe neynin.

 

Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bi rêyên guftûgo, diyalog û rêz girtinê hemû pirsgirêkên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê  çareser bikin.

 

Divê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî  wek her caran, bi helwesta xwe ya Kurdistanî, bangî hemû alîyan bike û jibo çareseriya pirsgirêkan rêyên maqûl  peyda bike.

 

Di vê demê ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê guherînên berfereh pêk tên, pêwist e em giranî bidin faktorên siyasî û dîplomatîk. Diyar e ku Rojhilata Navîn di guhertineka dîrokî re derbas dibe û mumkîn e herêm rûberuyê erdnigariyeke siyasiya nû were.

 

Di vê demê de nabe ku gelê Kurd û Kurdistan careka din wekî piştî şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê zirarê bibîne! Gelê me di vê di armanca dewletbûnê de bi serbikeve! Ev jî pêwistî bi yekrêziya navxweyî û bi serkirdeyatiyeka bihêz heye.

 

Diyarbekir, 15.10.2015

AZADÎ,  KADEP,  ÖSP,  PAK, PAKURD, PDK-BAKUR