Makû: Kesên madeyên hişber bikar tînin, hatin komkirin

 

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, kesên ku madeyên hişber bikar tînin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin komkirin.

Li gorî medyaya Îranê, berpirsê polîsê bajarê Makûyê Mihemed Ehmedî îro di civîna komîsyona nehîştina madeyên hişber de ragihand, îsal li Makûyê 6 ton û 166 giram madeyên hişber hatiye zeftkirin û 81 kes jî bi tohmeta firotin û belavkirina madeyên hişber hatine girtin.

Mihemed Ehmedî her wiha got, 122 kesên ku madeyên hişber bikar tînin û li nav tax û kolanên bajêr de belav bibûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin komkirin û derbasî navenda terikandina madeya hişber hatin kirin.

Berpirsê Polîsê Makûyê da zanîn ku 9 bazirgan û qaçaxçiyên madeyên hişber jî girtine û got, ji ber ku bajarê Makûyê bajarekî sînorî yê Îranê ye tedbîrên pêwîst li ser sînor jî hatine girtin.

Bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê, dikeve ser sînorê Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycanê.