Kuştina Narînê: Du kesên din hatin desteserkirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Di doza kuştina Narînê de kesên bi navên Şeyma Kaya û Îsa Kaya jî hatin desteserkirin.

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Heta niha di çarçoveya vê dozê de 11 kes hatine girtin ku dêya Narînê, kekê wê û apên wê jî di nav wan de ne.

Herî dawiyê kesên bi navên Şeyma Kaya û Îsa Kaya jî hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan, îfadeya wan a li Navenda Cendirmeyan berdewam dike.

Îxbarên sexte

Hat zanîn ku Şeyma Kaya û Îsa Kaya jî xizmên Narînê ne û wan bi rêya “îxbarên sexte” hewl daye ku term neyê dîtin û bandor li lêpirsînê kiriye.

Dê di çarçovaya îfadeyê pirsa “Kê meyla we dida van tiştan?” bê kirin.