Amed: Gule li karwanê dawetê reşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi çekan êrişî karwanekî dawetê hat kirin.

Şeva borî li taxa Tavukluyê ya navçeya Sûrê ya Amedê dema karwanê dawetê yê malbatekê derbas dibû çend kesan bi çekan êrişî kir.

Malbata ku li rastî êrişê hat li taxa Qizilê ya Sûrê dijî.

Li gorî Ajansa Mezoptamyayê (MA) di êrişê ti zererên canî çênebûne lê camên çend otomobîlan şikestine.

Tê îdiakirin ku êriş ji aliyê cerdevanan ve hatiye kirin.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.