Meletî - Otomobîl û mînîbusa polîsan li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 1 jê polîs 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Çirmikê otomobîlek û mînîbusa polîsan li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 1 jê polîs 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Hate zanîn ku rewşa birîndaran baş e.