Çekdaran êrişî gundê Kaxirê yê Efrînê kir: 7 jin birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Emşatê êrişî gundê Kaxirê yê Efrînê kir û wan gund dorpêç kir û li welatiyên Kurd xistin. Herwiha 7 jin jî birîndar bûn.

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 300 çekdarên Emşatê êrişî gundê Kaxirê yê nahiyeya Mabatê yê Efrînê kir.

Şêniyên gund li naverast gund kom bûn û nerazîbûna xwe li hemberî baca bi zorê nîşan da.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê da zanîn ku çekdaran gule li xelkê gund reşand.

Şêxo eşkere kir ku bi kêmanî 7 jin birîndar bûn.

Navê kesên birîndar ên hatine zanî ev in: Cîhan Îso, Hesen Reşîd Îso, Necah Cabo, Zemzem Mistefa, Henîfe Ebo, Ayişe Ebo, Sedîqe Hennan.

Her wiha hinek xort jî hatine girtin.

Ji kesên ku hatine girtin navê 2 kesan gihiştine Rûdawê: Idrîs Hec Elî Ebo û Reşîd Hennan.

Çekdarên Emşatê ji bo ku pereyan bi zorê ji xelkê bistînin, bi zorê bi wan didin îmzekirin ji bo ku bêjin ew darên zeytûnan ên PKKyê ne.

Çekdarên Emşatê niha ew gund dorpêç kiriye û înterneta xelkê jî qut kiribû lê careke din înternet hat dayîn.

Çekdarên Emşatê baca bi zorê li ser xelkê gundê Kaxirê sepandibû, li hemberî wê biryarê jî jinên wî gundî derketin xwepêşandanê û çekdaran teqe li wan kir û gule berdan wan.

Nêzîkî 80 hezar darên zeytûnan li gundê Kaxirê hene, 250 mal Kurd in, 350 malên Ereb jî li gund hene.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin di 18ê Adara 2018an de dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.