Dêrsim: Elewî ji ber nakokiyan îbadeta xwe li derve dikin

Dêrsim (Rûdaw) - Kurdên Elewî yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ev demek e rêya xwe bi cemxaneyan naxin.

Elewiyên Dêrsimê îbadetên xwe li kolan û taxên cuda yên bajêr dikin.

Sedem jî nakokî û aloziyên di navbera Serokê Cemxaneyê Alî Ekber Yurt û Encûmena Pîran a Dêrsimê de ye.

"Em ji ber rêvebiriyê naçin cemxaneyê"

Fîdan Kiliçê got, "Em ji ber rêvebiriyê naçin cemxaneyê.

Ev der xweştir bû, baş bû ku li vê derê kirin. Xwedê duayên her kesî qebûl bike.

Serokê Cemxaneyê Alî Ekber Yurt kanûna pêşîna îsal di hilbijartina Kongreya Giştî ya Cemxaneyê de tenê bi yek deng ferq careke din wekî serok hat hilbijartin.

Encûmena Pîran a Dêrsimê ku ji dede, rêber û kesayetiyên olî pêk tê, nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartinê da û di navbera her du aliyan de alozî çêbûn.

Her hefte li taxeke bajêr kom dibin û cema xwe dikin

Encûman Pîran bi îdiaya ku endamên nerewa ji bo serkeftina hilbijartinê tomar kirine derbarê mijarê de li dadgehê gilî kiribûn.

Encûmena Pîran, Alî Ekber Yurt wekî ji rêderketî wate "ketî" ragihandin ku mertebaya herî jêr a Elewîtiyê ye.

Ji wê demê ve Encûmena Pîran wekî bertek li hemberî rêvebiriya cemxaneyê bi beşdariya xelkê her pêncşem li taxeke bajêr kom dibin û cema xwe dikin.

Heta ku Serokê Cemxaneyê neçe em dê xizmeta bi vî awayî bikin"

Endemê Desteya Pîran a Dêrsimê Mehmet Halîs wiha anî axivî:

"Xelkê Dêrsimê naçe cemxaneyan. Serokê cemxaneyê bê qîmet e.

Ji ber vê yekê em jî li wê derê îbadetên xwe nakin.

Em jî wekî pîr, rêber, talib û murşîdên Dêrsimê li hev civiyan û me wekî Encûmena Pîran ev biryar wergirt.

Em her hefte li taxekê cem dikin. Em dê xizmeta xwe bikin. Em dê ji kesên ku dixwazin rêya xwe berdewam bikin rêberiyê bikin.

Heta ku Serokê Cemxaneya Dêrsimê ji wê derê neçe, em dê xizmeta xwe ya ji bo ziyaret û ocaxan bi vî awayî berdewam bikin."

Serokê Cemxaneyê jî hemû îdiayên Encûmena Pîran red dike û dibêje ku ew bi dengên rewa bi ser ketiye û nikare îradeya wan endamên deng dane wî tine bihesibîne.

"Ez nikarim îradeya kesên deng dane min tine bihesibînim"

Serokê Cemxaneya Dêrsimê Alî Ekber Yurt jî wiha anî ziman:

“Ez ne neçar im li gel wan hevdîtinê bikim. Ji xwe dozek heye û berdewam dike.

Ez dikarim careke din hevdîtinê bikim lê min got bila encam li dadgehê diyar bibe û bila bi teslîmiyeteke temam bên meydana pîran.

Pêkneanîna hevdîtinê bi wan re min `ketî` nake.

Ew dibêjin di kongreya giştî de bêhiqûqî hene. Li gor min kêmasî hene lê bêhiqûqî nîne.

Min li wê derê bi 50 dengî li hemberî 49 dengan hilbijartin qezenc kiriye.

Li pişt min 50 kes hene û ez nikarim îradeya wan tine bihesibînim û îstifa bikim.”

Welatiyên Dêrsimê jî ji vê nakokî û aloziya di navbera her du aliyan de aciz in.

"Çi qasî zû ji vê derê here dê hew qasî baş bibe"

Welatî Velî Gunek li ser vê nakokiyê got, "Ez Kurêşanî me. Em ji kî dipirsin ji Alî Ekber Yurt ne razî ye.  Dibêjin 'Heta ku ew li wê derê be em naçin cemxaneyê.' Li vê derê (cemxaneyê) cem nakin.

Divê her roja pêncşemê li vê derê cem bê kirin lê ji ber wê yekê ti kes cem nake.

Ev halê me dê çawa bibe, çi qasî zû ji vê derê here dê hew qasî baş bibe."

Elewiyên Dêrsimê dibêjin cudahî û nakokiyên di navbera Serokê Cemxaneyê û Encûmana Pîran de zererê dide baweriya wan.

Ew li bendê ne ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin da ku êdî ne li kolanan lê li cemxaneyê îbadetên xwe bikin.