Li Semsûrê agir bi avahiyekê ket: 4 kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi avahiyekê ket û di encamê de 4 kes bi jehrê ketin.

Li Taxa Altinşehirê ya Semsûrê îro ji ber sedemeke nehat zanîn, agir bi xaniyekî di qata 4an a avahiyekê de ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Agir di encama xebata tîmên agirvemirandinê de hat vemirandin.

Lê di encamê de 4 kes bi jehrê ketin û zerera madî çêbû.

4 kesên bi jehrê ketin di ambulansa ku çûbû cihê bûyerê de hatin dermankirin.