Meletî - 2 karker ji vîncê ketin: Yekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê karkerek ji vînca ku li ser rêya hesinî dixebitî ket û canê xwe ji dest da, karkerek jî birîndar bû.

Li taxa Yenî Mahaleyê yê navçeya Wêranşarê di xebatên nûjenkirina rêya trênê de lingên vîncekê qulibîn û karker ketin xwarê.

Dema karkerên bi navê Salih Çelîk û E.T. dixwest vîncê dayînin, lingên vîncê qulibîn û karker ketin, di bûyerê de her du karker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Tevî hewldanên bijîşkan Salih Çelîk li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.