Fezlekeya derbarê Tanrikulu ji Wezareta Dadê re hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser gotinên wî yên li ser Artêşa Tirkiyeyê derbarê Sezgîn Tanrikulu de fezleke amade kir û şand Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja yekşemê di bernameyeke televîzyonî de behsa tawanên artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê kir û got:

“Artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi wê yekê tohmetbar e ku li parêzgeha Amedê 15 welatî ji helîkopterê avêtine.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ji ber van axaftinan derbarê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Parlamentera ve hatiye destpêkirin de bi hinceta ku “bi awayekî eşkere kîn û dijminatiyê tehrîk dike” û “Bi awayekî eşkere hêzên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê biçûk xistine” fezelkeya ku hatiye amadekirin ji Wezareta Dadê re hatiye şandin.

Partiya wî xwedî lê dernekitibû

Berdevkê CHPyê Faik Oztrak jî li ser hesabê xwe yê tora civakî nerazîbûn nîşanî parlamenterê partiya xwe yê Amedê da.

Berdevkê CHPyê Faik Oztrak di parvekirina xwe de got:

“Gotinên Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirk de ku roniya çavê miletê me ye, tohmetbar dike nayên qebûlkirin.”

Oztrak diyar kir ku ew dê mijarê di komîsyonên desthilatdar ên partiya xwe de bîne rojevê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşeke zêde li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu heye.

Bi taybetî jî aliyên hikumetê û nijadperst ji ber van gotinan Tanrikulu dikin armanc.

Çi bûbû?

Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de parêzer e bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bûbû.

Tanrikulu behsa beşek ji tawanên artêşa Tirkiyeyê yên di salên 80 û 90î de kiribû.

Tanrikuluyê ku bi xwe parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne gotibû:

“Artêşa Tirk li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993yan de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.”

Tanrikulu da zanîn ku doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye.

Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bû sedema nerazîbûnan.

Mêvanan parlamenterê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li şûna rexneyan li PKKyê bigire berdewam berê rexneyên xwe dide artêşa Tirkiyeyê.

Li gorî mêvanan ew bi vê jî nirxên niştimanî yên Tirkiyeyê binpê dike û heqaretê li artêşa Tirkiyeyê dike.

Tanrikulu li ser rexneyên li hemberî xwe ji mêvanên bernameyê pirsibû:

“Kê ew hemû gund şewitandin ew artêş ji Rûsyayê hatiye? Bûyera Roboskiyê hîn nû ye, gelo ew balafir ji Rûsyayê, yan ji Ermenistanê hatin û ew bombebaran kirin?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamenterê CHPyê yê Amedê ameje bi wê yekê dabû ku ew dê lêpirsînê li karên artêşa Tirkiyeyê bikin û gotibû:

“Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin. Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”

Beşek ji mêvanên bernameyê li ser van axaftinên Tanrikulu gotibû ku ew bawer nakin parlamenterekî CHPyê rabe û van gotin û rexneyan ji artêşa Tirkiyeyê re bibêje.

Axaftinên Sezgîn Tanrikulu li ser tora civakî jî belav bûn û bi taybetî di nav aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê de bûn sedema nerazîbûnan.