Li Serê Kaniyê çekdarekî destdirêjî li zarokekî kir û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarekî opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve zarokekî Iraqî revand, piştî ku destdirêjî lê kir ew kuşt û avête ber deriyê mala wî.

Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarê Lîwaya Siqûr El-Şemal ya ser bi Heyet Saîrûn Lîl-Tehrîr, zarokê Iraqî yê bi navê Yasîn Reid El-Mehmûd ê sêwî û xelkê bajarê Samira bû, diya wî jî li ser cadeyê pars dikir, termê wî zarokî li taxa Meheta li bajarê Serê Kaniyê hat dîtin.

Medya Opozisyona Sûriyê jî gotiye, raporta pizîşkî piştrast kiriye ku ew zarok rastî destdirêjiya cinsî hatiye.

Li gor zanyariyên hatine bi dest xistin ew çedkar hatiye girtin.