Li Duhokê ji ber daketina asta avê piştî 40 salan xaniyek derket holê

Hewlêr (Rûdaw) - Asta ava bendava Duhokê bi awayekî berçav kêm bûye û her bi vê sedemê piştî 40 salan xaniyek derket holê. Mihemed Ebdulkerîm ê 68 salî, 15 salên ciwaniya xwe li nav vî xanî derbas kirine.

Ew xanî li gundê Girê Qesruka bû ku dema sala 1980-1988an bendava Duhokê hat avakirin û gund di bin avê de mabû. Lê piştî ku asta ava Duhokê 13 metre û 35 santîmetre daket, xaniyê Mihemed Ebdulkerîm careke din derket holê.

Mihemed Ebdulkerîm, xanenişîn, dibêje, “Ev xanî yê me bi xwe ye, yê bavê min e, navê wî Ebdulkerîm Baclurî, navdar bû. Sala 1971an piştî beyana 11ê Adarê, berî wê xanî hebûn, lê xerab kiribûn, di şoreşê de dihatin şewitandin. Dbi dirustî, me 71an ava kir û em ketin hindûr û 1986an jî dema bendava Duhokê hat avakirin, em ji gund rakirin.”

Derketina vî xanî ji bin bendanê û diyarbûna bi hezaran sedefan li ser dîwarên wî, bala geştyaran kişand.

Rafid Hikmet, geştyar, dibêje, “Ez carnan zarokan tînim vir, ez jê re dibêjim, ev der tijî av bû lê niha daketiye û wek berê nemaye. Em her pêncşem, În, tên vir. Em wek malbat tên vir.”

Rêveberiya Bendava Duhokê jî dide diyarkirin, sedema sereke ya kêmbûna ava bendavê ji ber hişkesaliyê bû û dîsa berdewam, ji %10 bo vexwarinê û ji %10 bo cotkariyê.

Rêveberê Bendava Duhokê Ferhad Mihemed Tahir dibêje, “Ji ber ku jêdera sereke ya bendava Duhokê baranbarîn bû, lewma îsal bi awayekî berçav rêjeya avê daket, ji ber ku hişkesalî bû. Salane ji %10 av bo Rêveberiya Ava Duhokê û ji %10 bo cotkariyê dihat bikaranîn. Eger li gor sala borî bidin berhev, nîvê wê rêjeyê asta avê daketiye di nav bendava Duhokê de.”

Li gor amarên Rêveberiya Bendava Duhokê, niha 23 mîlyon metrên sêca yên avê li bendava Duhokê heye ku par 41 mîlyon metre sêca bû û di salên 1999-2000-2009, zêdetirî 20 metran asta avê daketibû.