Welatiyên Bakûrê Kurdistanê ji tayînkirina qeyûman dilgiran in.

Êlih (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tayînkirina qeyûman weke derbeyekê ku li dijî îradeya gel hatiye bi nav dike û rayedarên şaredariya Elîhê  dibêjin, şaredarî bi darê zorê ji destê wan derxistine û ewê li ser karê xwe bin, ewê bêdeng nemînin.


Yek ji şaredariyên bajarên Bakûrê Kurdistanê ku qeyûm jê re hatiye tayînkirin bajarê Êlihê ye.


Şaredariya Êlihê ji 11ê Îlonê ve kete bin destê parêzgariyê. Li hember vî, xelkê bajêr û karmendên şaredariyê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Herwisa, li bajêr karên xizmetgûzariyê nayin kirin.


Rayedarên DBPê dibêjin, şaredarÎ bi darê zorê ji destê me derxistine û em ê li ser karê xwe bin em ê bitêkoşin.


DBP tayînkirina qeyûman weke derbeyekê ku li îradeya gel hatiye xistin dinirxîne.


Li bajêr kedkarên şaredariyê dest ji kar kişandine û her roj çalakî lidardixin. Ji ber ku paqijî li nav bajêr nedihate kirin di nav bajêr de sergo kombibûn. Lê DBP bi biryareke bang li kedkarên xwe kir û wan şande ser kar.


Rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê HDPê Bedretîn Dînler ji Rûdawî re got ku ev gava hikûmetê ji bo me îpotekkirina îradeya Kurdan e.


Bedredîn Dînler wiha domand: "Ev şaredarî bi dengên xelkê hatine ser peywîrê, tenê xelk dikare wan ji peywîr bîne xwarê.”


Her wisa şêniyên Êlihê li hember tayînkirina qeyûm nerazîbûnên xwe tînin ziman.


Ji aliyeke din ve partî û rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo ku piştgiriya xwe bidin karmendên şaredariyê hatine Êlihê û vê gava hikûmtê şermezar kirin.


Li şaredariya bajarê Êlihê 1.300 xebatkar kar dikin.