Li Amedê Dibistana Kurdî hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Dibistana ku îro li Amedê bi zimanê kurdî dest bi perwerdeyê kiribû, bi biryara dozgeriyê hate morkirin.

 

Ser biryara Serdozgeriya Diyarbekirê, polîs çûn dibistana ku li navçeya Rezan a Amedê bû û deriyê dibistanê mor kirin.

 

Nerazîbûnên hemberî vê biryarê didomin û aloziya ku li deverê destpêkir didome.