Li Colemêrgê hirça ku di nav têlbendê de asê mabû hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya parêzgehê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hirça ku ketibû têlbendê ji aliyê tîman ve hat rizgakirin.

Li gorî zanyariyan, xelkê gundê Biyadirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hirçekê dîti ku di nav têlbendên bexçeyekê de asê maye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Parkên Niştîmanî û Parastina Xwezayê çûn cihê bûyerê.

Tîman destpêkê ew hirç bi derziyê bêhiş kir û piştre jî ji têlbendê rizgar kir.

Veterînerê Rêveberiya Parkên Niştîmanî û Parastina Xwezayê pişkinên destpêkê ji hirçê re kirin û piştre tîman hirç berda nav xwezayê.