Zanîngeha Artukluyê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî da

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya ser bi vê zanîngehê ve da.

 

Encûmena Rêveber a Zanîngeha Artukluyê di dengdenekê de biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya ser bi vê zanîngehê ve da, ku ji sala 2009an ve ew enstitu hatibû vekirin.

 

Li gor agahiyan di civîna Encûmena Rêveber a Zanîngeha Artukluyê  de, ji bo girtina enstîtuyê 17 kesan dengê Erê bi kar anî û 7 kes jî bi dengê Na, li dijî wê yekê derketin.

 

Biryar ji bo pejirandinê, bo Saziya Bilind a Perwerdehiyê ya Tirkiyê hatiye şandin.

 

Li gor biryarê, Enstîtuya Zimanên Zindî dê li gel enstîtuyên din ên ser bi Zanîngeha Artukluyê ve bibin yek.

 

Derbarê mijarê de, Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê, Azîz Baydîlî ji Rûdawê re ragihand, bi biryara yekxistina enstîtuyan, dixwazin zimanê Kurdî li zanîngehan ji holê rakin.

 

Azîz Baydîlî got, beriya niha akademîsyenên Kurd jî li Zanîngeha Arytukluyê hatibûn derkirin.

 

Sala 2017ê, bi biryareke KHKê (biryarnameyên di hukmê qanûnê de) ya hikûmeta Tirkiyê,  6 mamostayên Kurd ên Zimanê Kurdî yên Enstîtuya Zimanên Zindî ji kar hatibûn avêtin.

 

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê, Muhammed Sait Temel jî têkildarî vê biryarê, nerazîbûna xwe nîşan da û ji Rûdawê re got, “li Tirkiyê ji bo zimanê Kurdî ti pêngavên rast û ji dil nehatine avêtin.”

 

Sait Temel diyar kir, bi hezaran mamostayên zimanê Kurdî hatine perwerdekirin, lê ew mamoste nehatine erkdarkirin.

 

Temel got, “di çarçoveya pêvajoya danûstandinên navbera Tirkiyê û Ewropayê de, hin pêngav bi awayekê demkî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî hatine avêtin, lê armanc ji wan pêngavan, xizmeta zimanê Kurdî nebûye.”


Komeleyên Ehmedê Xanî yên li Riha û Êlihê, du komeleyên cuda ji hev in ku derbarê ziman û perwerdehî û çanda Kurdî de dixebitin.

 

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ji aliyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça ve tê birêvebirin, ku pêştir di wergera pirtûkeke dîrokî de, navên Kurd û Kurdistanê jê biribû.

 

Agirakça di wergera pirtûka 10 bergî ya El-Kmail fî Tarîx a zanayê navdar ê îslamî, Ibnul Esîr de, ku weke çavkaniyekî giring ê dîrka îslamê tê hesibandin, navên “Kurd” û “Kurdistan” jê biribûn û li şûna wan peyvên “Tirk” û “Tirkistan” bikar anîbû.