Mîr Celadet Alî Bedirxan berî 72 salan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 72emîn salvegera koça dawî ya zimanzan û nivîskar û damezrênerê alfebaya Kurdî ya bi tîpên Latînî, Mîr Celadet Alî Bedirxan e.

Celadet Bedirxan di 26ê Nîsana sala 1893an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji dayik bûye. Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de, li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir. Di 58 salên jiyana xwe de, Celadet di hemû waran de xizmeteke bê hempa pêşkêşî ziman û çand û edebiyata gelê xwe kir.

Celadet Bedirxan di qada kultûr û edebiyata Kurdî de, wek cotkarek zeviyekê cot bike, xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebiyata Kurdî ya hemdem.

Celadet Bedirxan hîn di qonaxeke biçûk a temenê xwe de derbider û koçber dibe. Di sala 1930an de, li Şamê bicih bû û dest bi têkoşîna welat û edebiyata Kurdî kir.

Celadet zimanzanekî mezin bû. Ji xeynî zimanê Kurdî, wî bêhtirî 7 zimanên din jî dizanîn. Yek ji destkeftên wî yên herî berçav, çêkirina elfabêya Kurdî ya Latînî bû û danîna rêzimanekî ku nivîskarên Kurd xwe bispêrin wê û bikar bînin. Tevî hinek kêmasiyan, lê em dikarin bêjin ku Celadet bi vê xebata xwe hîmê rênivîsa Kurmancî ya modern danî.

Herwiha Celadet hin kovarên kurdî yên astbilind û hêja damezrandin û weşandin, nexasim kovarên Hawar û Ronahiyê ku bi sernivîskariya wî derketin û piraniya ronakbîrên Kurd ên wê demê li dora xwe civandin.

Celadet gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin, wek: Rêzana Elfabêya Kurdî, Rûpeline Elfabê, Nimêjên Êzdiyan Bi Dîbaca Wî, Mektûbek ji Mistefa Kemal Re, Gramêra Zimanê Kurdmancî, tevî Rojê Lîsko û gelek berhemên din. Celadet Bedirxan hestyar û dilnazik jî bû û komek helbestên klasîk û nûjen ên balkêş nivîsandin.

Celadet Bedirxan hertim dixwest berê xort û keçên Kurd bide xebat û têkoşîna ji bo pêşketin û rizgariya Kurdistanê û hewl dida xortên Kurd nekevin jêr kartêkirina kesên dixwazin xortan sar bikin û dilê wan ji kar û xebatê bihêlin.

Di hejmara 18an a Kovara Hawarê de, ku sala 1933an li Şama paytexta Sûriyê derket, Celadet wiha dibêje:

“Xorto! Holê bixebite, yan bi xwe çêke yan alîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin. Lê eger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî alîkariya çêkiroxan bikî hingê bi yên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ku ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Wekî tu dixebitî dexeskar ji dora te kêm nabin. Tu guh nede wan. Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye. Dengê te ku ji pifkirinê natirse, ewê her bilindtir, çira te ku bi pêjinê nalerize ewê her geştir bibe.”

Celadet ku ji Botan û Kurdistanê hatibû mişextîkirin û dûrkirin, herdem di nav agirê bêrîkirina welêt de dişewitî. Di Bêriya Botanê de, Celadet wiha dibêje:

"Ka westanî ka Qesara ka kanî.

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî.

 

Ewan jî bit kanî Beko, ka nêreng.

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng.

 

Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng.

Kanîn çeper, bestî li kû, ka celeb.

 

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr.

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr.

 

Şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul.

Tu tişt nema, vemirîne deng û gul."