Serokê PWKyê: Cejna Qurbanê bila bibe destpêka bidawîanîna şer

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk got, “Cejna Qurbanê bila bibe destpêka azadî, aramî û hevkariyên neteweyî.”

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, peyamek bi boneya hatine Cejna Qurbanê belav kir.

Mustafa Ozçelîk diyar kir ku îsal li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de Cejna Qurbanê tê pêşwazîkirin.

Ozçelîk hêvî xwest ku li her çar perçeyên Kurdistanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şer, parastina destkeftinên heyî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hişmendî, hevkarî û tifaqên niştimanî.

Di peyama xwe de Ozçelîk herwiha got:

“Bi hêviya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şer, kuştin û wêraniyan, bibe wesîleya bicihanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendiya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em Cejna Qurbanê ya Misilmanên Kurdistanê û hemû Misilmanên cîhanê pîroz dikin.”