Li Amedê şer: hejmara kuştiyan bû 9 kes
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê di şerê ku ji ber nakokiya erd de derket, 9 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Tê gotin di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 4 kes bira ne.
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand, şer di navbera du malbatên ji gundên Şidadê û Sarî Huseyin ên navçeya Bismila Amedê de çêbûye.
Bi gotina nûçegihandê Rûdawê, her du malbatan di şer de çek bikar anîne û bi çekan êrîşî hev kirine, di encam de 9 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan, şer di navbera malbatên Alyamaş û Taş de û ji ber nakokiya li ser 400 donim erd qewimiye.
Nûçegihandê Rûdawê diyar kir, ji ber nakokiya li ser erd di navbera her du malbatan de nîqaşek tund derketiye û piştre ew nîqaş veguheriye şerekî bi çekan, ku di encamê de destpêkê 8 kes tên kuştin û 3 kes birîndar dibin.
Li gor agahiyan, piştî agahdarbûna ji bûyerê gelek cendirme cihê bûyerê û ji bo ku şer dubare nebe, li nav herdu gundan û derdora wan belav bûne û tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtine. Herwiha ekîbên tendirustiyê bi ambulansan gihîştin nav gund.
Nûçegihanê Rûdawê Abulselam Akincî dibêje, birîndarên bûyerê ji aliyê ekîbên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneyên Fakulteya Tib a Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hatine veguhastin û li wê derê tevî hemû hewldanên pizîşkan, birîndarekî canê xwe ji dest da û bi vî awayî hejmara kuştiyên şerê îro bo 9 kesan bilind bû.
Li gor zanyariyan, ji kesên ku di şerê îro de hatine kuştin, 4 kes bira ne û ji malbata Alyamaç in.
Parêzgarê Amedê Ali Îhsan Su di destpêka bûyerê de ragihandibû, şer di navbera du malbatan de û li ser 200 donim erd bûye. Parêzgarê Amedê wê demê gotibû, di şer de 8 kesan canên xwe ji dest dane.
Parêzgariya Amedê daxuyanî da
Derbarê bûyera şerê îro de Parêzgariya Amedê daxuyaniyek weşand û nasnameya kesên kuştî û birîndar aşkere kir.
“Li gundê Şidad yê navçeya me Bismilê, îro danê sibê di navbera du malbatan de ji ber nakokiya li ser erdan şerekî çekdarî derket. Di bûyerê de mixabin welatiyên me; O.T., S.T., H.T., M.C.T. û M.E.A., S.A., M.A., Y.A., O.A jiyana xwe ji dest dan.”
Di bûyerê de welatiyên me yên bi navên M.A. û A.A. birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wan berdewam dike.
Parêzgariya Amedê herwiha dibêje, ji bo girtina wesayitekê ku tê texmînkirin tevlî bûyerê bûye û kesên têde xebat didomin.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, dest bi ser wan çekan de hatiye girtin ku di bûyerê de hatine bikaranîn, û hêzên ewlehiyê ji bejayê û hewayê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê wergirtine.