Şingal - Balafira Tirkiyê li Encûmena Gel a Sinûnê xist

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke artêşa Tirkiyê kêliyek beriya niha sînorê qezaya Şingalê bombebaran kir. Li gor agahiyan, di êrîşê de Encûmena Gel a Sinûnê hatiye armanckirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand, îro Çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan droneke Tirkiyê Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kir.

Çavkaniyekî ji nav Nexweşxaneya Sinûnê ji peyamnêrê Rûdawê Yûsif Rabih re ragihand, di êrîşa îro ya Tirkiyê de kuştiyek û 10 birîndar hene.

Li gor zanyariyên Rûdawê, kesê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, zarokekî 10-11 salî ye.

Medyaya nêzîkî PKKê jî têkildarî êrîşê belav kiriye, ku droneke Tirkiyê du caran avahiya Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêj derbarê êrîşê de ti agahiyek belav nekiriye.

 

Rêveberiya Xweser a Şingalê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku ser bi PKKê ve ne û li herêmê serdest in, hêj derbarê êrîşa Tirkiyê de ti daxuyanî nedane.

Herwiha hikûmeta Iraqê jî derbarê êrîşê de ti helwêstek nîşan nedane.