FLAŞ - Fransa bi sedan hezar çek û teqemenî da Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) – Fransa cardin çek û alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re şand. Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê ragihand, di navbera 5 rojên dawiyê de Fransa 2 caran alîkariyên leşkerî ji Hêza Pêşmerge re şandiye û radestî Wezareta Pêşmere kiriye.

 

Konsulxaneya Fransa ya li bajarê Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê îro çarşemî 15ê Hezîran a 2016 di daxuyaniyekê de ragihand,  Fransa ji 11ê Hezîranê ve heta 14ê Hezîranê bi 2 qonaxan çek û alîkariyên leşkerî ji Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re şandiye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku roja 11ê Hezîran a 2016, Wezaeta Pêşmerge yekem qonax û di roja 14ê Hezîranê de jî duyemîn qonaxa alîkariyên leşkerî ji Fransa wergirtiye.

 

Konsulxaneya Fransa amaje bi corê wan çekan dike û dibêje, hejmarek roketên MM98, sedan hezar teqemenî yên cor bi cor û narincok bo Hêza Pêşmerge hatine şandin.

 

Li gorî vê daxuyaniyê, herwiha Fransa hejmarek dûrbînên şevê, kincên leşkerî ku para bi dehan bataliyonên Hêza Pêşmerge dike û herwiha xwarin ji Hêza Pêşmerge re şandiye.

 

Konsulxaneya Fransa ragihandiye, ku şandina wan alîkariyên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge di çarçoveya wan raspartiyan de ye, ku Wezîrê Parastina Fransa Jean Yev le Drian di heyama serdana xwe ya bo Iraqê de soza wê dabû.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku şandina wan alîkariyan nîşaneya wê yekê ye ku Fransa cihê baweriyê ye û tekezî li ser piştgiriya Fransa bo Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê di çarçoveya erkên xwe yê nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de dike.

 

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye dan, ku gihandina wan alîkariyan di demekê de ye, ku balafirên şer ên Fransa li ser komkirina zanyariyan û bombebarana DAIŞê berdewam in û herwiha hêzên Fransa rahênan û perwerdehiya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê.