AFP dibêje “6 pêşmerge di êrîşeke balafirên Iraqê de hatin kuştin”



Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa AFP belav kiriye ku di encama êrîşa balafirên Iraqê de “6 pêşmerge hatine kuştin”. Berdevkê hêzên pêşmerge jî dibêje bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.


Duh li nêzîk bajarokê Celewlayê, hêzên pêşmerge rastî êrîşa balafirên artêşa Iraqê hatin.


Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî ewlekariya Iraqê belav kiriye ku di êrîşê de “7 pêşmerge hatine kuştin”. AFP jî dibêje ku di êrîşê de “6 pêşmerge hatine kuştin”.


Reuters li ser zarê berdevkê wezareta pêşmerge Cebar Yawer veguhestiye ku “di êrîşa li nêzîkî Celewlayê de bi tenê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane”.