Cejna Zimanê Kurdî: 'Yên ku Kurd û Kurdî nas nakin divê em jî wan nas nekin'

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî gelek çalakî hatin lidarxistin.

Li Amedê di bin tendîn giran de meşek hate lidarxistin lê li Stenbolê polîsan rê de ku çalakî were lidarxisitin.

Li Amedê bi pêşengiya DEM Partiyê ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî meşek hate lidarxistin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Komela Wêjeya Kurdî, Kovara DESTAR û Enstîtuya Kurdî ya Amedê beşdarî meşê bûn.

Herwiha Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî meşê bûn.

Li bajarê Stenbolê, parêzerên Kurd ji bo Cejna Zimanê Kurdî xwestin li Dadgeha Çaglayanê daxuyanî bidin.

Lê belê polîsan bi tevdîrên berfireh derdora Dadgeha Çaglayana Stenbolê bi bariyeran dorpêç kirin û midaxeleyî çalakiya zimanê Kurdî kirin.

Polîs bi mertalan rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), derxistin hewşa dadgehê.

Tevî hemû astengî û midaxeleyan jî parêzeran ji bo fermîbûna zimanê Kurdî daxuyanî da.

Bi awayekî hevdem li Amedê jî çalakiya 15ê gulanê hat lidarxistin.

Di serpereştiya DEM Partî û DBPyê de bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyî Tuncer Bakirhan û Hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlementer û nûnerên saziyên ziman û welatîyan meşek hat lidarxistin û daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî hat kirin.

Çalakîya li Amedê bêyî ku aloziyek derkeve bi dawî bû.

Herwiha çalakîyên ji Cejna Zimanê Kurdî ku di 9ê gulanê de destpêkiribûn dê heta 25ê gulanê dewam bikin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), xwestin ji bo Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Dadgeha Çaglayanê daxuyanî bidin lê belê polîs destûr nedan û midaxeleyê daxuyaniya Kurdî kirin.

“Yên ku Kurd û Kurdî nas nakin divê em jî wan nas nekin”

Parêzer û endamê Komeleya OHDyê Xemgîn Yusuf Gorcu got:

Yên ku Kurdan û zimanê me Kurdî nas nakin, divê em jî wan nas nekin.

Naskirina wan bêrûmetî ye. Em 30-40 parêzer ji bo zimanê Kurdî li vir in lê ew bi hezaran polîs şandine vir.

Ji ber ku tehemula wan ji bo Kurdî tune ye. Em parêzer îro wekîltiya gelê xwe dikin.

Ew ji zimanê me hez nakin, ji me jî hez nakin. Ew hiqûqê jî nas nakin.”

Tevî hemû astengî û midaxeleyan jî parêzeran ji bo fermîbûna zimanê Kurdî daxuyanî da.

Parêzer û endama Komeleya OHDyê Ayşe Acinikliyl got,”Li Tirkiyeyê 30 milyon Kurd dijîn.

Lê li perwerdeyê, li dibistanê, li dadgehê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin.”

Meşa Amedê

Bi boneya 92yemîn salvegera weşandina yekem Kovara Kurdî ya latînî ya Hewarê û Cejna Zimanê Kurdî wekî stenbolê, li Amedê jî çalakiya balkişandina li ser girîngiya Kurdî hatin lidarxistin.

Bi serpereştîya Dem Partî û DBPyê û beşdariya Hevserokên DEM Partiyê û DBPyê, parlementer, nûnerên saziyên ziman û welatî ji Parka Roboskiyê meş lidar xist,

Beşdaran drûşmeya “bê ziman jiyan nabe” bilind kir û daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî anîn ziman.

“Tenê siyaset na divê gel li ziman xwedî derkeve”

Serokbajrê Berê yê HDPyê yê Amedê Zeyat Ceylan wiha anî ziman:

“Tenê siyaset na divê gel li ziman xwedî derkeve. Divê gelê me biaxive, binvîse, bixwîne û bijî.”

“Divê paşeroja yekemîn a sîyaseta Kurd ziman be”

Parlementerê berê yê HDPyê Îmam Taşçier wiha axivî:

“Divê paşeroja yekemîn a sıyaseta Kurd ziman be û ziman bikin jiyana xwe.

Civîn û jiyana xwe divê bi Kurdî bike, di mala xwe de bi kurdî biaxive û ji bo xatirê civakê divê bibe pêşeng ku ziman neye ji bîr kirin.”

“Divê bi hişmendiya dayikan xwedî li ziman bê derketin”

Parlamentera DBPyê ya Amedê Salîha Aydenîzê got:

Çawa ku dayîkan heta îro bi zimanê zikmakî bi zarokan re axivîne û danûstendinên xwe bi zimanê zikmakî kirine û ziman gîhandine îro divê bi vê hişmendiyê bi vê nêzîkatiyê siyaset jî di tev de her qad bi nêzîkatiya wan dayîkan nêzîkî meseleya ziman bibin û li ziman xwedî derkevin.”

Welatiyên beşdar jî ji bo zindîbûna Kurdî bal kişand ser girîngiya axaftina di mal de ya dê û bavan ya bi zarokan xwe re.

“Tevî zilm û zorê jî em naqedin”

Welatiyek dibêje, “Ne sed sal in bi hezaran sal in ji bo ziman zilm û zor bi ser me de hatiye. Lê em naqedin em her diçin zêde dibin.

“Madem hûn vî navî li xwe dikin zimanê xwe înkar nekin”

Welatiyekî din wiha anî ziman, “Ka kê xeber didin, tev jî ji xwe re bûne bîne kurê min, bibe keça min.

Ma ji bîlî wê tiştekî din heye. Eyb e. Ji xwe Tirkî rehet e û li her cîhî heye.

Tu ji televîzyonê, ji dikanê, ji derve, ji dibistanê hîn bikî.

Ê lawo ji xwe re bi zimanê xwe xeber bide. Weleh êdî pirî min got zimanê min tev bû kul.

Bi xwedê hema ez kê dibinim dibêjim. Di rê de, li markete, li dikanê, di erebeyê de dibînim û dibêjim.

Ez dibêjim bes e êdî, madem kî hûn vî navê li xwe datînin û dibêjin em ev in û zimanê me heye zimanê xwe înkar nekin.”

“Nifşekî nû yê Kurdî”

Welatiyekî jî got, “Biçûkxistina ziman heye û pozisyon û îmkanên ziman gelekî kêm in.

lê li gorî vêya ku ez difikirim nifşekî nû yê Kurdî heye û bêhtir jî ciwan in.

Haya wan jî ji meseleya ziman heye û xwe bi ziman digirin û kare ziman dikin û dimeşînin.”

Çalakiyên ji 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ku di 9ê Gulanê de dest pê kiribûn dê li gelek bajar û navendên cûda heta 25ê Gulanê jî dewam bikin.