Civîna şêwrê ya jinên Kurd li Rojava birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîna jinên kurd di bin nave ”Yekîtiya helwesta jinên kurd li dijî dagîrkeriyê” birêve diçe.

Li gor zaniyariyê xewcehî, di civîna îro 15ê Gulana 2022 ya jinên Kurdên Rojavayê kurdistanê de nûnerên partiyên siyasî, Encumene Sûriyeya Demokratîk, Encumene Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Encumene Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Ragihandina Azad û Encumene Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Komeleya Civakî ya Efrînê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê amade dibin.

Ji Başûrê Kurdistanê jî Berdevka Peywendiyên Tevgera Jinên Azad a Şingalê Suham Şingalî, Endama Tevgera Goran Saza Ebdullah û hejmarek mêvanên din jî tevlî civînê dibin.

Di civîna şêwrê ya jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de rewşa siyasî li Kurdistanê û nêrîna û helwesta jinan a li hemberî dagirkeriyê û rewşê bi giştî wê were gotebêjkirin.