DBP: Em dê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê dayîkê bidomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku heta ku daxwaza wan a perwerdeya bi zimanê zikmakî bi destûra bingehîn were misogerkirin, têkoşîna xwe bidomînin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî peyamek belav kir û tê de bibîr xist: “Kovara Hawarê ya ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15ê Gulana 1932an de li paytexta Sûriyê Şamê, bi tîpên latînî dest bi weşana xwe kir û heta niha 57 hejmar derçûne, di pêşxistina ziman û edebiyata kurdî ya bi tîpên latînî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê, ji sala 2006an vir ve wek roja zimanê kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.”

DBP dibêje: “Zîhniyeta yekperest a dewleta netewe ya li Tirkiyeyê, bi taybetî jî bi makezagona 1924an re li Kurdistan û Anatolyayê ziman û çandên cuda, ji bo serweriya zimanê tirkî pêk were, bi polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyên sîstematîk re rû bi rû man. Di encama van polîtîkayên asîmîlasyon û qedexekirinê de; di qada giştî de bikaranîna kurdî ya ku yek ji zimanên herî dewlemend ê Mezopotamyayê ye, hat qedexekirin û navên gund û bajaran kurdan bi tirkî hatin guhartin.”

DBPê amaje bi wê yekê kir zîhniyeta yekperest îro jî li Tirkiyê berdewam e û dibêje: “Axaftinên kurdî yên ku li meclîse, ji alî parlamenterên kurd ve tên kirin wek `zimanê nenas` tê pênasekirin; parastinên kurdî yên li dadgehan pêk tên wek `zimanê X` tê tomarkirin. Navê kolan, kuçe û bulvaran bi rêya kayûmên ku îradeya gelê kurd desteser kirine tên guhartin, tabelayên kurdî tên daxistin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de DBP dide zanîn ku Ziman amûra herî girîng a civakê ye ku veguhastinê pêk tîne dibêje: “Ev veguhastin hemû hêmanên jiyana civakî-çandî di bin banê xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê qedexekirin an paşguhkirina zimanekî, desteserkirina mafan a bi zanebûn e. Şertê pêşiyê yê heyînê ziman e, heyîna zimanekî bi statûya bi mîsogerkirina destûra bingehîn; di jiyana rojane de,  ji dibistana serateyî heta perwerdeha zaningehê, ji ragahandinê heta weşangeriyê, birêxistiniyê û sîyasetê; li her qadê bi rakirina hemû astengiyên li pêşiya bi kar anîna wê pêkan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin: “Wek Partiya Herêmên Demokratîk; Em ê ligel gelê xwe li dijî polîtîkayên zext, înkar û qedexekirina zimanê kurdî, li her qadên jiyanê ziman û çanda xwe biparêzin û heta ku daxwaza me ya perwerdeya bi zimanê zikmakî bi destûra bingehîn were misogerkirin, têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye.”