Cejna Zimanê Kurdî li Stenbol û Amedê hat pîrozkirin

Stenbol (Rûdaw) - Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Stenbol û Amedê hin bername û çalakiyên li ser zimanê Kurdî birêve çû. Li bajarê Amedê Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê xwest meşek li dar bixe. Lê polîsan rê neda ew bimeşin, tenê ji bo daxuyaniya çapemeniyê destûr hate dayîn. Li Stenbolê ku derdora 5 milyon nifûsa Kurdan lê heye, îro 3 bernameyên cuda birêve çûn. Li gorî lêkolîneran axaftina bi Kurdî di astekê baş de nîne û bişaftin û asimilasyona li ser nifşên nû xetere û metirsiya herî mezin e. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di hemû bername û çalakiyên pîrozbahiya  15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, daxwaza sereke fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Di hemû bernameyên pîrozbahiyê de eleqe û beşdariya xelk û saziyên sivîl zede bû.

Bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Stenbola bajarê herî mezin ku Kurd lê dijîn hin bername û çalakiyên li ser zimanê Kurdî birêve çû.

Ji aliyê Komeleya gundê Hecîelî a Erdexanê ve li navçeya Sultanbeyliya Stenbolê panêleke ser rewşa zimanê Kurdî hate sazkirin. Li Stenbolê derdora 5 milyon nifûsa Kurdan lê heye, lê belê li gorî lêkolîneran axaftina bi Kurdî di astekê baş de nîne û bişaftin û asimilasyona li ser nifşên nû xetere û metirsiya herî mezin e.

Nivîskar û lêkolîner Nihat Gultekîn got “Kurdên li Stenbolê ji ber hin sedemên curbecur zêde xwedî li zimanê xwe dernakevin. Yanê sedemên vê hene. Lê çi dibe bila bibe, bi taybetî jî divê dê û bav li nav malbatê bi Kurdî biaxivin. Bila axaftina bi zarokan re jî bîra nekin.”

Nivîskar û lêkolîner Azad Sagniç dibêje “Ji bo zimanê Kurdî geş bibe berpirsyariyeke mezin dikeve ser mile rewşenbîrên me. Divê bo ziman têkoşîn bê dayîn, hin çalakî bêne kirin. Lazim e bi daxwaza Kurdî em derkevin qadan. Ji loma jî ez beriya hilbijartinan, wisa bawer dikim ku bo Kurdî wê tiştekê baş ku dilê me nerm bike bê kirin.”

Li navçeya herî mezin a Stenbolê navçeya Esenyurtê, ku hejmareke zêde Kurd lê niştecih in. Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbol û rêxistina HDPê ya Stenbolê ve, bi beşdara sedan kesî bi daxwaz û dirûşmeya “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Perwerdeyê” li Meydana Esenyurtê bi dorpêça hêzên ewlekariyê meş hat lidar xistin.

Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan ragihand “Pirsgirêkên ku zimanê Kurdî pê re rûbirû ye ji ber nefermîbûna Kurdî ye. Ji ber ku di rewşa heyî û asta ku em hatine de, ger zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û nekeve nav qada giştî ya jiyanê û ev reşkirina Kurdî nesekine em ê bi xetereyên mezin re rûbirû bin.”

Li bajarê Amedê jî Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê xwest meşek li dar bixe. Lê polîsan rê neda bimeşin. Tenê ji bo daxuyaniya çapemeniyê destûr hate dayîn.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî  diyar kir “Pirsa ku wek pirsa Kurd tê binavkirin, ev 99 sal in ku pirsgirêka sereke  ya vî welatî ye. Di rastiya xwe de siyaset û politikaya dewletê ya pişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî tê meşandin e.”Gelê Kurd bi eşkere û biryardarî daxwaz dike ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.”

Hevseroka MED DERê Şîlan Elmas Kan jî li hemberî astengiya polîsan ku ji meşê re derxistin nerazîbûn nîşan da.

Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan got “Kurd cejna zimanê Kurdî wek cejneke pîroz nakin. Ji ber ku bêtehemuliyeke li hemberî çand, ziman, nasname û hebûna Kurdan heye. Ji ber ku ziman jî hebûn û nasnameya gelê Kurd e,  herî zede êrîşî ziman dikin. Tu dibê qey meşa partiyeke siyasî ye rê nadin meşa me.”

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di hemû bername û çalakiyên pîrozbahiya  15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, daxwaza sereke fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Di hemû bernameyên pîrozbahiyê de bandora kampanyaya bo dersa bijarte a Kurdî xwe dida hîskirin, ji loma jî îsal xwedîlêderketineke berfireh hate tomarkirin.