Videowall – Hişkesalî li Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal, yek ji xirabtirîn salên hişkesaliyê ye, li Rojavayê Kurdistanê. Li navçeyên ku dexûldanên wan herî baş bûn, weke navçeya Dêrikê, îsal dexlûdan 100% ji zeviyên bejahî têk çûne.

Zanyariyên ku ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin diyar dikin ku, pêwîstiya xaka çandiniyê herî kêm, bi 250 millîmeteryî ji baranê hebû, da ku mûsim biser biketa û berhem baş ba.

Li gorî amarên hikûmeta Sûriyê, îsal tenê nêzîkî 150 millîmetreyî baran bariyaye.

Rêveberiya Xweser her 1 kîlogram tovê genim bi 1,200 lîreyên Sûrî daye cotkaran, lê têra hemû cotkaran nekir û hin cotkar neçar bûn tov bi nirxekî buha bikirin, ku nirxê her 1 kîlogram tovê genim gihîşte 2,000 lîreyên Sûrî.

Rêveberiya Xweser îsal, 2022yan, 35,000 ton ji tovê genim li cotkaran belav kiriye, di demekê de pêwîstiya cotkaran bi bêhtir ji 50,000 tonî hebû.

Salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 ton genim heye.

Sala 2021ê ji ber nebûna baranê, berhema xwecihî ji genim, kêmtir ji 200,000 ton genim bû.

Li gorî amarên Fermî yên Rêveberiya Xweser di sala 2021ê de li navçeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 450 hezar ton heta 500 hezar ton genim hate berhemanîn.

Di sala 2020an de jî, rêjeya berhemanîna genim nêzîkî 850 hezar ton genim bû.

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 1,800,000 hektar zevî tê çandin. 1,200,000 hektar bejî ye. 600,000 hektar avî ye.