Nêçîrvan Barzanî: Mamosteyên Kurdistanê di rojên dijwar de jî xizmet kirin

Nêçîrvan Barzanî: Mamosteyên Kurdistanê di rojên dijwar de jî xizmeta perwerdehiyê kirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 59emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir û dibêje “Mamosteyên Kurdistanê di rojên dijwar de jî xizmet û perwerdekariyê berdewam kirine.”

Nêçîrvan Barzanî Pêncih û nehemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê li tevahiya mamostayên Kurdistanê pîroz kir û got “Hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Erk û xebata perwerdehî û xizmeta wan ya mezina ji bo nifşên Kurdistanê, bi bilind û bi rûmetê ve dinirxînîn.”

Serokê Herema Kurdistanê bal kişan ser xizmeta mamosteyan û dibêke “Mamostayên Kurdistanê li hemû qonaxan da bi dilsozî roleke ber bi çav û mezin li perwerdekirin û pêgehandin û fêrkirina nifş li pey nifşên Kurdistanê da dîtiye û li rewş û rojên dijwar û li nebûnê da jî li xizmet û perwerdekariyê berdewam bûn û rê nedane proseya xwendinê rawestê, ji bo wê yekê herdem cihê spas û destxweşî û rêz û pesnêne.”

Nêçîrvan Barzanê di peyama xwe de wiha berdewam kir “Perwerdehiya dirust koleke û bingeha serekiya hemû civakeke bi agah û zîndî û pêşketiye ku mamosta rêberiya wî dikin. Niha û paşeroja nifşan emanetê mamostayane û dûbare dikîn ku mamostayên Kurdistanê hêjayî xizmet û guzeraniyeke baştirin û dibê hemû mafên wan parastî bê.

Silav li mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê û bîranîna damezrandina yekîtiya wan pîroz û bi rûmet bê.”