Mîkaîl Bilbil: Aktorên siyasî yên Kurd girîngî nadin zimanê Kurdî
Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen û pisporê zimanê Kurdî Mîkaîl Bilbil, diyar dike ku aktorên siyasî û civakî yên Kurd girîngiyê bi zimanê Kurdî nadin û dibêje, metirsiyeke mezin li ser Kirmanckî û Kurmancî heye.
Pisporê Zimanê Kurdî Mîkaîl Bilbil beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa rewşa zimanê Kurdî kir li Bakurê Kurdistanê.
Mîkaîl Bilbil amaje bi wê dike, li Bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên ku zêdetirî sed sal e berdewam dikin, zaraveyên Kurmancî û Kirmancî yên Kurdî, ketine jêr xetereyeke mezin.
Mîkaîl Bilbil dibêje ji ber ku veguhastina ziman ji nifşekê bo nifşê din çê nabe xetere li ser zimanê Kurdî berdewam e û diyar dike, “Taybet jî li bajarên mezin êdî zarok fêrî Kurdî nabin.”
Herwiha Bilbil, rewşa xerab a zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê li gel perçeyên din ên Kurdistanê berawird dike û dibêje, “ev yek bêguman encama polîtîkayên sed salî yên asîmîlasyonê ye ku ji Başûr, Rojhilat û Rojava pir cudatir, asêtir û dijwartir bûne.”
Ew pisporê ziman, sedema lawazbûna zimanê Kurdî di nav mal û malbatên Kurdî de li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, vedigerîne ser nebûna netewperweriyeke Kurdî ya li ser bingeha ziman û dibêje, “mixabin tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê weke xîmekî netewesaziyê pozîsyonek nedane ziman.”
Her di dewama gotinên xwe de Mîkaîl Bilbil, diyar dike ku “ji bo zimanekî, prestîj gelek girîng e” û dibêje, “dema aktorên polîtîk û civakî vî zimanî bikar neyînîn xelk dê berê xwe bidin wir.”
Akademîsyen Mîkaîl Bilbil dibêje, “ziman di rewşek xeterê de ye, li Diyaberkirê niha ji sedî 90 zarok Kurdî nizanin, ev bobelateke mezin e. Nifşên nû Kurdî nizanin.”
Ew akademîsyenê Kurd diyar dike, “Bajar çiqas mezin bin têkçûna ziman ewqas zêde lê çê bûye. Diyarbekir di vî warî de serî dikişîne. Bajarvaniya herî mezin li Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê ye. Ji dema Osmanî û vir ve, navendeke çandî, aborî û siyasî ye. Herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê, Şirnex û Colemêrg, Kurdî lê zêdetir hatiye parastin, deverên sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê cihên weke Mêrdînê û devera sînor, Qoser, Nisêbîn, Cizîr û Serê Kaniyê, Kurdî lê zindî ye, bazar bi Kurdî ye. Lê dîsa jî tesîr li ser zarokan pir e. Li aliyê Serhedê jî navçe û bajarok hene dîsa Kurdî lê heye.”