PDK: Eger pêwîst bike bila deng bi destan werin hejmartin

Hewlêr (Rûdaw) – Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) îro bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê û rewşa piştî ragihandina encamên destpêkê de gotûbêj kir. PDKê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir, “tevahiya dengan li seranserê Kurdistanê bi dest bihên cudakirin û bihêne hejmartin.”

 

Li gorî daxuyaniya piştî civînî, di civîna îro de Polîtboruya PDKê nirxandin bo “qonaxên proseya hilbijartinan, her ji berî hilbijartinan, bangeşeyên hilbijartinan, amadekarî, çawaniya rêvebirin, encamdan û serxistina prsoeyê,…, herwiha behsa qonaxa dengdanên û ew kêşe û giriftên ku hatine pêş” kir û nêrînên cuda cuda yên derbarê encamên hilbijartinan de şirove kir.

 

Polîtboruya PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje, “çend aliyan guman ji pakî û diristiya hilbijarinan heye, PDK jî guman ji encamên destpêkê yên Silêmaniyê heye, her ji ber wê weke ku me di destpêkê de jî ragihandibû, ji bo nehêlana gumanan û parastina ewlehî û aramiyê, eger bi pêwîst bihê zanîn, bila li seranserê Kurdistanê deng bi dest werin cudakirin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di civîna îro de, PDKê derbarê “girift û kêşeyên roja dengdanê, weke ji kar ketin an dereng bi kar xistina amûrên binkeyan û neşaezayiya hinek ji fermanberên komîsyonê de” gotûbêj kir û tekezî li ser wê yekê kir, ku “diviyabû komîsyon zêdetir amadekarî kiriba û rahênan bi fermanberên xwe kiriba û ev mijarana û pêre negihîştina hejmarek ji hêzên pêşmerge bi dengdanê di roja dengdana taybet de, herwiha cemawerê dengder jî di roja 12-05-2018 de, di encama van giriftên teknîkî de ku hatibûne pêş, zû nehatibûn çareserkirin.”

 

Derbarê gumana çend aliyên siyasî li ser paqijiya proseya hilbijartina û encamdana saxtekariyê de, Polîtboruya PDKê destnîşan dike: “Prose hat encamdan, di qonaxa cudakirin û hejmartina dengan de guman li ser paqijî û diristiya encaman ji aliyê çend aliyên siyasî yên beşdar di proseya hilbijartinan de hat ragihandin, û partiya me jî bi rêya berdevkê xwe yê fermî nêrîna xwe bi zelalî nîşan da, ku me guman li ser encamên destpêkê yên parêzgeha Silêmaniyê heye, ku encam weke nêrîna dengderên partiya me nebûye, û ji bo nehêlana gumanan û parastina ewlehî û seqamgîiyê, me daxwaza hejmartina pisûleyên dengdanê kiribû, em amadebûna xwe jî anî ziman ku eger bi pêwîst were zanîn, ev prose seranserê Kurdistanê li xwe bigre.”

 

PDK di beşeke din a daxyaniya xwe de dibêje, “niha jî ku encamên destpêkê ji aliyê komîsyonê ve hatine ragihandin, her aliyek eger bi pêwîst bizane ji bo nehêlana gumanan, bila bi rêya komîsyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan û qanûnên heyî helwa xwe bidin.”

 

Herwiha PDK tekez li ser yekrêzî û tebayiya aliyên Kurdistanî dike û giringî û hestyariya vê qonaxê bi bîra wan tîne û bang li tevahiya aliyên serkevtî dike, ku “berjewendiya gel û niştiman bixin pêş berjewendiya kesî û hizbî” û tekez dike, “bila post û pile li Bexdayê nebin armanc, bi qasî ku hevbeşî û lihevkirin û hevsengî di rêzbenda yekem û duyem û sêyem a ewlewiyatên gotûbêjên herêm û Bexdayê de bin.”

 

PDK herwiha daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî dike, ku atmosfêra bangeşeyên hilbijartinan bi dawî bînin û her girift û kêşeyek û nêrîneke wan li ser encamên hilbijartinan yan mijarên têkildarî pêkvebûn û çawaniya reftara wan li gel Bexdayê hebe, bi şêwazee lojîkî û dirist bînin ziman.

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî amaje bi hewlên hin kes û aliyan ên ji bo lawazkirin û piştguhxistina PDKê hatiye kirin û hatiye gotin, “di encam de xwasteka nehez û diberan sernekevt û PDK weke partiya yekem a Kurdistanê ma.”