Ji Komeleya Ehmedê Xanî peyama Cejna Zimanê Kurdî

Navenda Nûçeyan – Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand.

 

Îro 15ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî ye.  Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cihekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn a bi Kurdiya bi tîpên latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943 yan 11 salan 57 hejmar çap bûn.


Ji ber vê 15ê Gulanê ji sala 2006ê ji aliyê Kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin. 


Peyama Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê wiha ye:


“Ziman ji bo gelên bêdewlet û bindest çavkaniyeke bingehîn a jiyanê ye. Ziman tekane dewlemendiya gelan e ku bi hezaran salan ji dest nedaye. Ziman wek pireke bingehîn e ku raborî û dahatûya netewan pêk ve girê dide.


Mixabin li Bakurê Kurdistanê zimanê ku zêdeyî 20 milyonî Kurd bikar tîne di bin zextên dewletê de maye. Divê li wek her cihekî medenî zextên li ser zimanê Kurdî jî rabin û Kurdî bibe xwedî statû.


Pêwîst e gelê Kurd bi hesasiyeta Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan xwedî li zimanê Kurdî derbikeve. Divê her kurdek xwedilêderketina  sembola netewperweriyê zimanê Kurdî wek erkek netewî li xwe bigire. Herwiha pêwîst e her Kurdek Kurdî di jiyana xwe ya rojanê de bikar bîne û hewl bide li her qada jiyanê belav bibe. Azadiya Kurdî di heman demê de azadiya Kurdistanê ye.”