AMED – Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Amed (Rûdaw) – Îro 15ê Gulanê di roja Cejna Zimanê Kurdî de, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.
Yekemîn hejmara Kovara Hawar bi serperiştiya zimannas û rewşenbîrê Kurd, Mîr Celadet Elî Bedirxan di 15ê Gulana 1932an de li Şam a paxtexta Sûriyê hat derxistin. Ev kovar bi tîpên latînî cih da sê zaravên Kurdî.
Bi vê boneyê ji sala 2006an ve 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Lê belê îsal ji ber girtina saziyên Kurdî, pîrozbahiyên cejna ziman li Amedê jî lawaz derbas bûn.
Herwiha nivîskar û rewşenbîrê Kurd, Roşan Lezgîn jî daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo 3-4 mîlyon Kurdên Zaza televîzyoneke Zazakî vebike, ji ber ku li gor Rêxistina Zanist, Perwerde û Çandê ya Netewên Yekgirtî UNESCOyê, Kurdiya Zazakî bi tunebûnê re rûbirû ye.
Pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî li gor salên berê kiz û lawaz derbas dibin. Li Amedê her sal cejna ziman bi çalakiyên cor bi cor dihat pîrozkirin. Lê îsal pîrozbahî li holekê sergirtî sînordar ma.
Pîrozbahî bi beşdariya rayedar û parlamenterên HDP, DBP û KCDê ji aliyê Destpêşxeriya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ve li holeke dawetê hat lidarxistin.
Endamê Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî, Îbrahîm Xelîl Taş derbarê pîrozbahiyên îsal a Cejna Zimanê Dayikê de ji Rûdawê re axivî û got: "Ji bo zimanê nivîskî Celadet Elî Bedirxan pêşiya zimanê Kurdî vekir. Di Kovara Hawar a hejmara 27an de bang li Kurdan dike û dibêje ku ´Kurdino şerm e, yan zimanê xwe fêr bibin an jî nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji me re ne ti rûmet e. Ji me re rûreşiyeke giran e´."
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê piştî ragihandina rewşa awarte OHALê piraniya saziyên têkildarê zimanê Kurdî hatin daxistin. Bi taybetî girtina saziyên wekî KURDÎ-DERê bandoreke neyînî li xebatên Kurdînasiyê kiriye.
Rêveberê KURDÎ-DERa Amedê, Mazhar Aktaş jî ji Rûdawê re axivî û ragihand: "38 saziyên me yên KURDÎ-DERê hatin girtin. Rewşa awarte piştî ku hat ragihandin heta niha hemû saziyên Kurdî, di serî de dibistanên ku perwerdeya Kurdî didan, KURDÎ-DER û şaxên wê, Enstîtûya Kurdî ya Sitenbolê hatin girtin."
Li gor UNESCOyê li Bakur û Tirkiyê 18 ziman bi tunebûnê re rûbirû ye. Ku yek ji wan jî zaravê Kurdî Zazakî ye ku wekî Kirmanckî, Dimilkî û Kirdkî jî tê binavkirin.
Rojnameger, rewşenbîr, nivîskar Roşan Lezgîn jî cejna zimanê dayikê û zimanê Kurdî pîroz kir û hêvî kir, ku hemû Kurd ji bi zimanê xwe yê dayikê bi hestiyar û baldar bin.
Roşan Lezgîn got:"Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be. Ez hêvîdar im ku Kurd di warê zimanê xwe de hê hestiyartir bin, hê zêdetir xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bi rastî jî zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di bin metirsî û xeteriyekê mezin de ye. Li Başûrê Kurdistanê derfet hê baştir e. Em dixwazin rêveberiya Başûr televîzyoneke Zazakî bide vekirin. Em dizanin ku li Bakurê Kurdistanê 3-4 mîlyon Kurdên Zaza hene, lê ji televîzyoneke Zazakî bê par in."
Yekem hejmara Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932yan de li Şamê derket û heta 15ê Tebaxa 1943yan berdewam kir. Hawar bi tîpên latînî cih da sê zaravên Kurdî Kurmancî, Zazakî û Soranî. Ji ber girîngî û rola Hawarê ji sala 2006an ve 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.