Li 4 bajarên Bakur rêyên 170 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê ji ber berfê û hewaya nebaş rêya 170 gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajêr rêya 40 gundan hat girtin.
Bedlîs
Rêvebirê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr a Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku ku ji ber berf û bagerê li bajêr rêya 74 gundan hatiye girtin.
Bi gotina Umît Kurtkan rêyên hinek gundan hatine vekirin û tîmên pêwendîdar ji bo ku rêyên girtî vekin dixebitin
Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur jî da zanîn ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêyên 19 gundan hatine girtin.
Ji bo rêyên girtî bên vekirin ekîb dixebitin.
Colemêrg
Li Colemêrgê du roj in berf dibare ku dibe sedema astengiyan.
Li gorî daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berfê li tevahiya bajêr rêya 10 gundan û 27 gundikan hatiye girtin.
Ekîbên berfê paqij dikin xebatên xwe didomînin da ku rê bên vekirin.