Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmannê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê civîna îro daxuyaniyek da û got:

"Di civînekê de teqezî li ser bipêşxistina têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û firehkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de hat kirin.

Her wiha derbarê rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, bîr û ra bi hev hatin guhertin."

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa "pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên teror û berdewamiya gef û êrişên DAIŞê” hatiye kirin.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku aramî û seqamgîriya herêmê bê parastin û pirsgirêk û nakokî, bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

“Rewşa Sûriyeyê” û “çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên her du aliyan” di civînê de hatine nirxandin.