Li Dêrsimê pevçûn: 4 kes birîndar bûn

Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê di pevçûneke bi kêrê de yek jê bi giranî 4 kes birîndar bûn.

Li Taxa Mogultayê ya Dêrsimê ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn çend kes pev çûn.

Di pevçûnê de kêr hatin bikaranîn û di encamê de yek jê bi giranî 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Polîsan li ser pevçûnê lêpirsîn da destpêkirin.