Droneke Tirkiyê li Pênciwênê otomobîleke PKKê kir armanc

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê navçeya Pêncwên ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve otomobîlek hat bombebaran kirin û li gor agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023yan saet derdora 19:00ê bi dronan li nêzîkî gundê Wiryayê yê ser bi navçeya Pêncwên a Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.

Li gor agahiyan, tê gotin ku ew otomobîl li Çiyayê Şêx Hesen li pişt gundên Wiryawa û Kanî Mîran bûye armanc û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dana û kesekî din jî birîndar bûye.

Ji aliyê din ve bijîşkê li Nexweşxaneya Pêncwên Dr. Xalid Ebdullah ji Rûdawê re got, "Ti kuştî û birîndar bo nexweşxaneyê nehatine.”

Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Rûdaw bidest xistine beriya banga êwarê dron li ser gundên Kanî Mîran, Wiryayê û Salyawayê firiyane û piştî saet 07:00 otomobîlek kirine armanc û du kesên di nav otomobîlê de canê xwse ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê got: “Otomobîl bi temamî têk çûye û  çend caran hatiye bombekirin. Otomobîl pêşî li gundê Kanî Mîran hate bombekirin, lê ti ziyan lê nebûye û piştre li gundê Wiryayê hate bombekirin û têk çûye. Ji bo demekê kes nedikarî biçe cihê bûyerê, ji ber ku balafira bêmirov tim difiriyan.”

Agahî nîşan didin ku otomobîl a  PKKê bûye û ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Gundên bûyer lê qewimîn e derdora 30 kîlometran ji navenda navçeya Pêncwên dûr in.

Derbarê êrişê de heta niha di derbarê êrişê de ti daxuyaniyek ji aliyên ve fermî nehatiye dayîn.