Erdogan: Em dê tu caran nehêlin li vî welatî kuştinên kiryar nediyar çêbin

Amed (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recaep Tayîp Erdogan li Amedê bi mitîngek merasima danîna xîmê 27 hezar xaniyên TOKIyê li dar xist. Di mitîngê de merasima vekirina mizgefteke mezin jî kir û peyamên siyasî dan. Erdogan got ew ê tu caran nehêlin li vî welatî kuştinên kiryarnediyar çêbin û li çiyayan jî kesên çekdar hebin. Erdogan got ger di pêvajoya aştiyê de PKK jidil bûya diviyabû dev ji çekan berdaya û di pêşeroja Tirkiyeyê de cihê xwe bigirta.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Amedê bi mitîngek merasima danîna xîmê xaniyên ku ji bo zirarmendên erdhejê çêdikin avêt. Wezîr û Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu jî tevli vê merasimê bûn û ji bo Erdogan ji Amediyan deng xwestin. Beşdariya Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî ji bo mitîngê bû surprîzeke mezin.

Piraniya axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji projeyan zêdetir axaftinên siyasî bûn. Erdogan got ew dê tu caran nehêlin li vî welatî kuştinên kiryar nediyar çêbin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan wiha axivî: “Eger derdê wan mafê gelê Kurd bûya, hiqûqa gelê Kurd bûya divê dev ji çekan berdin û di pêşeroja hevpar a vî welatî de cihê xwe bigrin. Lê wan li tenişta maseya CHP'a ku zilm û zordariyê li kurdan kiriye û bûye nûnera faşîzma yekpartîbûnê cihê xwe girt.”

Li gorî siyasetmedarên AK Partiyê ger Erdogan careke din di hilbijartinên 14ê gulanê de weke serokomar bê hilbijartin ew dê derbarê çareserkirina pirsa Kurd û bi taybetî jî têkiliyên Başûrê Kurdistanê de gavên mezin bavêje.

Serokê berê yê AK Partiya Amedê Muhamed Dara Akar jî got: “Ji Kurdistana Iraqê re gavên şênber û zêdetir ji bo dostaniyê, biratî û aboriyê bêne avêtin. Bawer dikim taybetmendiya Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dê zêdetir bê hîskirin.”

Ne tenê dildarên AK Partiyê alîgirên HUDA-PAR'ê jî di mitîngê de ji bo piştgiriya Erdogan amade bûn.

Welatî Nûpel Kaya got: “Bila xwedî li Erdogan derkevin û bila dev ji Erdogan bernedin.”

Welatî Ehmed Demîrel jî dibêje: “Erdogan got berê tu mafekî Kurdan tune bûye. Di vê hikûmetê de me daye we û ji îro û pê ve jî em ê bidin.”

Welatyekî din jî got: “Min xeberdana Erdogan pir baş dît. Xwedê wî ji serê me kêm neke înşela.”

Welatî Dîlber Başer jî dibêje: “Şikir bi saya wî em ketin rihetiyê, em ketin firehiyê. Mala wî hezar caran ava be. Serok Erdogan!”

Di mitîngê de xîmê 27 hezar xaniyên TOKIyê ku ji bo zirarmendên erdhejê têne çêkirin hate avêtin û mizgefteke mezin a bi navê Selahedînê Eyûbî jî hate vekirin. Di merasimê de mifteya hin xaniyên ku ji bo kesên hejar hatibûne çêkirin jî hatin radestkirin.