`Melayê Cizîrî behsa damezrandina dewleta Kurdî kiriye`

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser xwestina damezrandina dewleta Kurdî ya helbestvanê mezin Melayê Cizîrî nêrînen cuda derdikevin holê. Necat Zivingî diyar dike ku baweriya Melayê Cizîrî bi dewleteke Kurdî hebûye û hêvî kiriye ku dewleta Kurdî ji aliyê Mîrên Botanê ve bê birêvebirin.

Di bernameya Paşîvê ya Rûdawê de lêkoler û nivîskar Necat Zivingî û lêkoler û nivîskar Mihemed Emîn Doskî, şiroveyên berfireh li ser fikir û ramanên di helbestên Melayê Cizîrî de gotûbêj kirin.

Lêkolerek dibêje Melayê Cizîrî di helbestên xwe de behsa damezrandina dewleta Kurdî kiriye û hêvî kiriye ku dewlet ji aliyê Mîrên Botanê ve bê birêve birin. Lêkolerekî din jî dibêje, Melayê Cizîrî tenê nêzikatiya wî ji bo Mîrên Botanê hebûye behsa damezrandina dewleteke Kurdî nekiriye.

Melayê Cizîrî ku navê wî bi temamî Şêx Ehmed kurê Şêx Mihemedê Cizîrî ye, di sala 1570an li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Wî di sala 1640an de koça dawî kiriye. Melayê Cizîrî wek damezrînerê helbesta klasîk a Kurmanciyê tê naskirin. Wî li cem meleyên bi nav û deng ên Cizîra Botan xwendiye û di 32 saliya xwe de destûra meletiyê wergirtiye.

Necat Zivingî diyar dike ku baweriya Melayê Cizîrî bi dewleteke Kurdî hebûye û hêvî kiriye ku dewleta Kurdî ji aliyê Mîrên Botanê ve bê birêve birin û got, “Birca Şeref a li Cizîra Botan ku îro wek Birca Belek tê binavkirin, şûna Mîrên Botanê bûye, li cem Melayê Cizîrî ciheke wê ya pîroz hebûye:

Şems li nav Birca Şeref da

Sed kewakîb çar teref da

Muşterî hatin bi ref da

Niha ew qible ye

Necat Zivingî dibêje Melayê Cizîrî kesekî Kurdperwer bûye, wek xwînrij û dagirker behsa Tirkan kiriye û di hîç helbesteke xwe de jî pesnê Siltanê Osmanî nedaye lê di gelek helbestan de behsa dewleta Kurdî kiriye û pesnê mîran daye.

Mihemed Emîn Doskî diyar dike Melayê Cizîrî behsa dewleta Kurdî nekiriye lê ji bo Mîrên Botanê hêviya serkeftina desthilata wan kiriye û got, “Melayê Cizîrî ne neteweperest bû û ji Tirkan re negotiye xwînrij lê navê Tirk wek hêmayeke ji bo zilmê bikar aniye wek çawa berê peyva Rom wek hêmayekê ji bo zilmê dihat bikar anîn.

Li ser rewşenbîr û meletiya Melayê Cizîrî lêkoler û nivîskar Necat Zivingî got, “Melayê Cizîrî ne tenê meleyekî normal bû, wî bi xwe jî xwe wek rewşenbîr daye zanîn, wek ku di helbestekê de li ser xwe dibêje:

Gula baxê îremê Bohtan im

Şebçeraxî şebî Kurdistan im.

Necat Zivingî diyar kir ku Melayê Cizîrî xwe bi helbestvan û rewşenbîrên berî xwe re dida ber hev, di helbestekê de dibêje:

"Ger lû`lû`-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî
Wer şi`rê Melê bîn te bi şîraz-i çi hacet?

Wateya wê ew e ku ji xelkê re dibêje madem we Melayî Cizîrî heye, çi pêwîstiya we bi helbestên Hafiz Şîrazî heye.

Necat Zivingî her wiha destnîşan dike ku Melayê Cizîrî rewşenbîrekî Kurd e û lûtkeya helbest, îrfan, û tesewûfa Kurdî ye, heger Hafizê Şîrazî yê Farsan, Şekspîr û Goethe yê biyaniyan heye ê Kurdan jî Melayê Cizîrî heye.

Necat Zivingî, diyar dike ku Melayê Cizîrî ne tenê mela bûye, aşiq jî bûye û got, “Melayê Cizîrî yekem kes bûye ku bawerî bi wê yekê kiriye ku di duristbûna jiyanê de eşq xwedî rolekê bûye. Ji ber ku heta wê demê dihate gotin ku jiyan ji av, ax, hewa û agir durist bûye lê Melayê Cizîrî gotiye, eşq sedema tevlîhevbûna wan çar madeyan e û jiyan jê durist bûye.”

Mihemed Emîn Doskî diyar dike ku Melayê Cizîrî xwediyê cemsereke taybet a tesewûfê ye û anî ziman, “Eşq li cem Melayê Cizîrî ne ji bo jinê bûye, lê bedewiya jinê kiriye rêyek ji bo gihîştina bedewiya Xweda, wek hemû helbestvanên din ên tesewûfê.”

Melayê Cizîrî hinek helbest ji bo jineke bi navê Selma nivîsandiye, xwe wek maşûqekî bi nav kiriye.

Mihemed Emîn Doskî li ser jina bi navê Selma diyar dike çend nêrîn hene, hinek dibêjin Selma xwişka Mîrê Botanê bûye, hinek jî dibêjin xwişka Mîrê Colemêrgê bûye lê ew dibêje Selma naveke çêkiriye ji ber ku hebûna jinê li cem Melayê Cizîrî girîng nebûye ku behsê bike û got, “Baweriya Melayê Cizîrî bi eşqa bi jinekê re nebûye, nezeweciye jî ji ber ku bi wî wiha bû ku zewac mirov biçûk dixe, gotiye eşq cesteya du rojan e lê eşqa Xwedayî heta roja dawiyê dimîne.”

Necat Zivingî li ser vê mijarê cuda difikire û dibêje, “Baweriya Melayê Cizîrî bi eşqê hebûye û wî behsa eşqa mirovan kiriye ku di vê helbestê de diyar e:

Ey yarê min eger sucdebirin şîrk bêt

Ez her bo te diçim secdeyê

Li gor Necat Zivingî, Melayê Cizîrî di vir de behsa eşqa mirovî dike ne eşqa Xwedayî û anî ziman, “Melayê Cizîrî tesewûf ji bo behskirina eşqê bikar aniye ne ku ew helbestvanekî tesewûfî be.”

Mihemed Emîn Doskî jî diyar dike ku Melayê Cizîrî melayekî tam bû û li ser şopa Terîqeta Neqşbendî bûye, her wiha destûra melatiyê daye xelkê.

Necat Zivingî got, “Melayê Cizîrî di gelek helbestên xwe de behsa eşqa mirov bo mirov kiriye:

Enwera rengê firîşte beşera horî sirişt

Ya ji miskê xetenê xal û xet û kagul û xişt

Ger xo nîşan seqerê dit dikird horî bihişt

Kebeyê tê nebit ew pûtgedeye dêr û kenişt

Necat Zivingî dibêje, “Di vê helbestê de diyar e ku Melayê Cizîrî, navê yarê wek yar aniye, wek remz behsê nekiriye.”

Mihemed Emîn Doskî diyar dike eşqa ku Melayê Cizîrî behsa wê dike eşqa Xwedayî ye:

Dil Ke`be ye, Mewla ye dil

Mihemed Emîn Doskî destnîşan dike ku mebesta wî ew e ku xelk dixwazin biçin Ke`beyê ji bo ku nêzikî Xweda bibin lê Melayê Cizîrî gotiye di rastiyê de Xweda di nav dil de ye.

Necat Zivingî destnîşan dike ku tesewûfa serdama Melayê Cizîrî cuda bûye ligel tesewûfa serdema pêxember û anî ziman, “Mihemed Cabirî yê lêkolerê Ereb, dibêje Kurd û Farsan tesewûf ava kiriye paşê dîn cihê xwe tê de girtiye lê Ereban hewl daye ku di formeke dînê de bikar bînin.”

Mihemed Emîn Doskî li ser tesewûfê dibêje, “Di serdema pêxember de tesewûf tune bûye, dema ku Dewleta Emewiyan gihîşte Hindistanê, çandeke rojhilat û Yunanan tevlîhev kiriye û tesewûf durist bûye. Di serdema pêxember de Zuhd hebûye û sofiyan kiriye yekem hengava tesewûfê, hengava dawiyê ya tesewûfê jî Fenafîlla bûye ku baweriya Melayê Cizîrî pê hebûye.”