Nexweşiyên derûnî li Amedê zêde bûne
Amed (Rûdaw) - Tirsa tuşbûna vîrusa koronayê, nederketina ji malê, rawestana karên aborî zexteke mezin li ser jiyana xelkên Bakurê Kurdistanê dike û ev dibe sedem ku haletên nesaxiyên derûnî zêde bibin.
Li gor lêkolîneke Komeleya Derûnnasên Tirkiye li piştî proseya belavbûna koronayê di nesaxiyên wek obsesîf kompulsîf de nêzîkî % 100, di anksiyetê de % 300 û di depresyonê de % 50 zêdebûn çêbûye.
Welatiya bi navê Şenay Dakman ku nexweşiya obsesîf kompulsîf pê re heye piştî belavbûna vîrusa koronayê, rojê bi dehan caran malê xwe dezenfekte dike, derî, pace, destiyê alavan bi dehan caran paqij dike dilê wê rehet nabe û dubare dike, destê xwe dişo û dîsa dîşo, di nav rojê de bi dehan caran her karê wê bûye pakkirin û paqij kirin.
Di rewşeke asayî de ev reftarê ku jina Kurd bi dehan caran dubare dike yê nesaxeke obsesîf kompulsîf e; ku ew nesaxiyeke derûni ye; lê niha metirsiya vîrusa Covîd- 19 jî heye.
Şenay Dakman dibêje: “Ez destên xwe rojê bi dehan caran dişom; lê dilê min rehet nabe, bi dehan caran rojê heman deran dezenfekte dikim pak dikim; lê dîsa jî dilê min rehet nabe, Korona wek kabûseke bi ser me de hatiye, em wê nabînin; lê di hizra min de ew her tim di mala min de ye.”
Zarok di mal de bênteng bûne, derketina wan a derve hatiye qedexekirin, li derve bihar e; lê ev bihar ne ji wan re ye.
Ahmet Arkan berber e; dikana wî girtiye û nêzîkî mehekê ye di mal de ye, destê wî hînkiriyê birînê ye, niha di mal de sebra xwe bi meqesa xwe tîne.
Ahmet Arkan dibêje: “Dikana min girtiye û ez di malê de me, zarokên min naçin dibistanê, tirsa me her diçe zêdetir dibe, ji bo zarokên xwe em nîgeran in, psîkolojiya me tevlîhev bûye.”
Tirsa tuşbûyîn, bêkarî, pirsgirêkên aborî û ne zelaliya paşerojê ev cureyên zextên derûnî ne ku li ser jiyana xelkê Bakurê Kurdistanê niha peyda bûye.
Li gor pisporên derûniyê, metirsiya egera tûşbûna nesaxiyên derûnî ji tûşbûna vîrusa koronayê zêdetir e; lewre korona demki ye; lê nesaxiyên derûnî rêçeke kûr dihêle di jiyana mirovan de.
Psîkolog Eser Karayel jî dibêje: “Divê welatî xwe ji agahiyên şaş û xelet biparêzin û guh bidin pisporên zanist, bawerî bi ramanan pozîtîf bînin, ne bi pêşbîniyên reşbîn bawer bin. Herwiha divê vê rastiyê qebûl bikin û jiyana xwe ya rojane li gor vê rewşê biguncivînin, heta demekî ji xwe re meşgûliyetên cuda biafirînin, di her qeyranekî de herwisa fersend jî hene.”