Yekem Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî li Hewlêrê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Yekem Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX, bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat vekirin û dê heta sê rojan berdewam be.

 

Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX rojên15 – 17ê Nîsanê li Hola Seid Ebdullah bi beşdariya 100 kompaniyên navdewletî û navxweyî yên di warê teknolojî û tekonojiya zîrek û amûrên elektronîk de tê sazkirin.

 

HITEX dê li Herêma Kurdistanê bibe pêşangeheke salane ya di warên elektronîk û teknolojî û teknelojiya zanyarî de weke peywendî, robotîks, komputer û mobayl, jêrxana  torên elektronîk û asayiş, ewlehiya sîber, taybetmendiyên bikarhêner, reklam û medya, teknojiya zanyarî û zanîngehan, amûrên zîrek ên tendirustiyê, laşciwanî, lîstokên elektronîk û amûrên pêşketî yên weke drone.