Navenda Nûçeyan – Li Çiyayê Satê ya navçeya Gevera Colemêrgê di dema operasyonê de leşkerên Artêşa Tirkiyê ji zinarê ketin û di encamê de 2 efseran canê xwe ji dest da û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê îro danê sibê leşkerên Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Satê ya Geverê derketin operasyonê.
Di dema operasyonê de ji ber berf û asêbûna çiya, leşker ji zinarê ketin.
Di encama vê bûyerê de efserê bi navê Kurşat Selîm û çawişekî pispor mirin û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse