WAN – Axur hilweşiya 54 heywan telef bûn

Navenda Nûçeyan -  Li Îpekyoluya navçeya Wanê, banê axurekî ji ber barana zêde hilweşiya, 54 heywan telef bûn.

 

Axura li Taxa Şerefiyeyê ya Îbrahîm Koçak ji ber barana zêde tep bû. Niştecihên taxê agahî da Rêveberiya AFAD û Rewşa Acîl a Bajêr û ekîbên agirkujiyê.

 

Ekîban 54 heywanê di axurê de telef bûbûn derxistin. Ji ber rûxîna axurê tonek giya û tonek kapek jî lebitî nema tê bikaranîn.