Omer Ocalan ji Rûdawê re behsa piştgiriya Kiliçdaroglu û gotinên TÎPê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser wê yekê ku ew li Tirkiyê "rêya sêyemîn" temsîl dikin û ew di nêzîkatiya Tifaqa Cumhur û Milet ya ji bo Pirsa Kurd de ti cudahî nabînin û got, “Lê di hinek deman de divê em li gor stratejiya xwe jî taktîkan bişopînin.” Ocalan li ser pirsa “Hûn ê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin?” anî ziman, “Em ê piştgiriyê AKP û MHPê nekin” û diyar kir ku ew hin gotinên parlamenterên TÎPê rast nabînin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan îro Çarşemê beşdarî bultena Rûdawê ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve hat pêşkeşkirin bû û li ser hilbijartinên 14ê Gulanê axivî.

Ocalan li ser nîqaşên beşdariya HDPê ya hilbijartinê bi rêya Partiya Çep a Kesk got, “Weke tifaqa sêyemîn em dixwazin di paşeroja Tirkiye û Kurdistanê de rola xwe bilîzin û erka xwe pêk bînin. Partiya me niha di civînê de ye. Partiya me ne partiyeke klasîk e, gelek pêkhateyên me hene. Em girîngiyê didin Partiya Çep a Kesk jî û di vî warî de me amadekariyên xwe qedandin. Weke pergalek li Tirkiyê ji sedî 1 jî îhtîmalek hebe em dixwazin xeteriyê ji holê rakin, em dixwazin alternatîfekê ava bikin.”

“Em nabêjin Tifaqa Milet pirûpak e”

Ocalan li ser piştgirirya Hevpeymaniya Milet a HDPê got, “Dema em dibêjin Hevpeymaniya Milet, em nabêjin ev tifaq pirûpak e. Heger em di hinek mijaran de li hev bikin, divê kesên ku zilmê li Kurdan dikin bi awayekî hesabê bidin. Beriya wê jî heye. Beriya 2015an Pêvajoya Çareseriyê berdewam dikir. Derfeta çareseriya Pirsa Kurd hebû lê mixabin pêvajo ji holê rabû. Erdogan û ekîba wî bi MHPê zilm û êrîşa xwe girantir kirin. Divê hesab bidin.”

Ocalan anî ziman, “Tifaqa Gel hîn jî me wek teror bi nav dike. Tiştekî wiha jî heye; bi dehan kes tên girtin, hinek ji wan ne HDPyî ne, HDPê jî rexne dikin. Lê ji ber 'endamtiya PKKê' tên desteserkirin. Hin peyamnêrên Rûdawê jî ji ber propagandaya PKKê hatine desteserkirin. Dijminatiya wan a li dijî vîna Kurdan e. Gelê Kurd jî ji nêzîkatiya wan aciz e.”

“Em nikarin bi CHPê re bimeşin”

Ocalan pirsa “Gelo di navbera Kiliçdaroglu û Erdogan de li ser Kurdan dê ferqek hebe?” wiha bersivand, “Em hemû dizanin ku li Tirkiyê kevneşopî çawa ye. Weke partiyeke 100 salî em rol û mîsyona CHPê dizanin. Em nikarin bi CHPê re bimeşin lê carinan hewce ye ku em gavên taktîkî bavêjin. Mixabin di bin navê Îslama siyasî de Erdogan zilm li Kurdan kir. Kurd ti carî peywendiya xwe ya bi Îslama Siyasî re qut nakin lê AKP û Erdogan dê nebin. Mixabin zilmeke mezin li Kurdan kir. Siyaset diguhere, cîhan diguhere. Rastiya Tirkiye û Rojhilata Navîn jî diguhere.”

Ocalan her wiha anî ziman, “Bê guman muzakere tên kirin û piştre eşkere dibin. Lê bi dîtina min Erdogan jî dizane ku ji ber Kurdan dê winda bike. Yên zilmê li Kurdan dikin û yên neheqiyê dikin bila winda bikin. Yên ku êrîşî Efrîn û Girê Spî dikin divê winda bikin. Yên li dijî Referanduma Başûrê Kurdistanê ne, yên li Deriyê Sînoriyê ê Îbrahîm Xelîl tetbîqatan dikin divê winda bikin. Zalim in û ji bo berjewendiyên Kurdan divê derseke mezin ji wan re bê dayîn.”

“TIP bi rêya çapemeniyê hewl dide HDPê tengezar bike, ev ne rast e”

Ocalan li ser pirsa “Helwesta we wek HDP li dijî Partiya Karkerên Tirkiyê dê çawa be? Dixwazin daxwazên xwe li ser we ferz bikin. Nêzîkatiya we ya li hemberî vê yekê dê çawa be?” wiha bersiv da, “Ev pirseke pir girîng e... Em jî li ser wê nîqaşan dikin. Pêkhateyên me yên din jî nîqaşan dikin. Di siyasetê de zimanê erênî û cidiyet pir girîng e. Lê partiya ku we behsê kir [TIP] bi rêya çapemenî û medyaya civakî hewl dide HDPê tengezar bike. Ev helwest û ev ziman ne rast e. Ez rexneyên gelê me yên li hemberî TÎPê di cih de dibînim. Ji bo Tirkiyê, ji bo siberoja Kurdistanê, ji bo siberoja demokrasiya Tirkiyê divê TIP hesas be. Siyaset bi giranî tê kirin. Ne rast e ku meriv li ser medyaya civakî, li ser Twitterê tiştekî bibêje û bide ferzkirin.”

“Hûn ê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu?”

Ocalan li ser pirsa “Hûn ê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu?” jî wiha got, “Em ê piştgiriyê nedin AKP û MHPê û berbijêrê wan. Kiliçdaroglu dibêje wî maseya milet ava kiriye. Di 18ê mehê de tê serdana HDPê. Ew ê bi partiya me re gotûbêjan bike. Ew ê piştgirî bixwaze. Wê demê em ê biryara xwe bi raya giştî re parve bikin.”