Eren Keskîn: Feraseta salên 90î hêj nehatiye guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ragihand ku ew aqliyet ango feraseta dewlata Tirkiyê ya binpêkirina mafên mirovan a di salên 90î de hêj berdewam e û ti guhertinek çênebûye.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn li Amedê ji Odeya Bijîşkan “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” wergirt.

Eren Keskîn ew xanim e ku bi sala ye weke parêzerekê di warê mafên mirovan de kar dike. Şahida gelek binpêkariyan e û bixwe jî gelek caran hatiye girtin û dadgehkirin.

Peyanêrê Rûdawê li Amedê Ebdulselam Akinci di derbarê kar û çalakiyên Eren Keskîn de çend pirsek jê kirine.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn: “Min wek parêzereke mafê mirovan di salên 1990î de ew binpêkariyên li Kurdistanê hebûn ji nêzîk ve şopandin û gelek rapor derbarê wan bûyeran de amade kirine. Bi min gelek girîng e di heyama coranayê de ji aliyê Odeya Bijîşkan a Amadê ve hatime xelatkirin.”

Derbarê xebatên xwe de Kesekîn got: “Ev karê ez dikim ji ber ku baweriya min pê heye ez dikm. Têkoşîna mafê mirovan deyneke me parêzeran e. Yek ji ez di wê baweriyê de me kesên berxwedêr dikarin cîhanê biguherînin, lewma min qet fikir nekiriye ku dest ji karê xwe berdim.”

Keskîn tekez kir ku di navbera aqiliyeta dewleta Tirkiê ya salên 90î û niha de ti guhertinek çênebûye û got: “Dem bi dem hinek gav hatine avêtin, lê bi giştî ji komkujiya Ermeniyan a 1915an heta niha polîtikayeke dewletê hebû, ew hêj berdewam e.”

Keskîn Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Newroj ji bo hemû erdnigariya Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo Kurdan gelek girîng û rojeke taybet e ji ber ku bi canê xwe parastine.”