Xortê Amedî ji zarokatiya xwe ve bûye wênekêş

Amed (Rûdaw) - Xortekî gundê Xankê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi navê Cahid Caner ji biçûkaniya xwe ve hez ji wênekêşiyê dike û bêyî ku ti perwerdeyeke zanistî derbarê wê de dîtibe, dest bi wênekêşanê kiriye.

 

Cahid 37 salî ye, wî her ji dema dibistanê ve dest bi wênekêşiyê kir. Wî ti perwerdeyek derbarê wênekêşiyê de nedîtiye lê tabloyên wî gelek ciwan û balkêşin.

 

Hevkarê me Mehdî Mutlu hevpeyvînek ligel Cahid Caner encam daye, ku têde Caner behsa hezkirina ji karê wênekişiyê û çawaniya destpêkirina wê dike.