Mirin û evîn li ba Emily Bronte
Befraw Nûrî
Bilindahiyên Wutheringê (Wuthering Heights) romaneke romannivîsa Ingilîz Emily Bronte ye û di sala 1847an de belav bûye. Ev roman girîng e û yek ji romanên destpêkê yên romana jinan a Ingilîzî ye û wek teksteke balkêş a romantizma sedsala nozdehan jî tê hejmartin.
Bi vê romanê re, hinek tiştên nû têne nav Edebiyata Ingilîzî ku berê kêm hatibûn dîtin. Romanên berê, bêtir li ser karakterên erênî disekinîn. Kêm kesayetiyên xirab û xirabkar berê di romanên wê heyamê de dihatin nîşandan. Eger tiştekî wiha hebûya jî, bêtir bi merema şîretkariyê bû. Ev roman wek nimûneyekê ye ku ji bo yekem car lehengê wê kesekî xirab û neyînî ye. Ev jî bêtir romanê wek teksteke taybet di Edebiyata Ingilîzî de diyar dike.
Çîroka romanê behsa jiyana kesayetiyekê bi navê Heathcliff dike ku zarokê jin û mêrekî qereçî ye û wî bi zarokî diterikînin û wek zarokekî bêkes di kolanên Liverpoolê de dimîne. Dûre kesekî maldar bi navê Earnshaw lê xwedî derdikeve û wî wek zarokên xwe xwedî dike.
Heathcliff ji destpêkê ve ji aliyê kurê malbatê ve ku navê wî Hindley e, nayê hezkirin û bi gotin û awayên cuda Heathcliff dêşîne. Gava Earnshawê pîr koç dike û mal û milkên wî li "Bilindahiyên Wutheringê" dibin milkê Hindley, ew bêtir Heathcliff dêşîne û biçûk dike û pile û miqamê wî ji kurê malbatê dadixîne bo rewşa xulam û îşkerekî.
Berovajî Hindley, keça wê malbatê ku navê wê Catherine e, pir bi dilovanî bi Heathcliff re tevdigere, heta digihe astekê ku rengek ji têkiliya evînî di navbera wan de çêdibe. Her ji zaroktiyê ve bi Heathcliff re pir dilnerm e. tevî ku Heathcliff xwediyê kesayetiyeke zivir û tund e jî, lê dikeve tora dilovanî û nazikiya Catherinê û jê hez dike.
Rojekê dema temenê wê 16 salî ye û xwazgîniyekî maldar tê xwazgêniya wê û pêşniyara zewacê lê dike, Heathcliff bi rasthatin guh lêdibe, gava Catherine ligel Nelly ku xizmetkara wan e, behsa zewaca xwe dike û dibêje zewaca min bi Heathcliff re dibe sedem ku cihê min ê civakî dakeve û Heathcliff kesekî qereçî ye û ez divim bi Edgar re bizewicim ku kurê malbateke dewlemend e.
Gava guhê Heathcliff li vê gotinê dibe, bi birîndarî û dilekî şikestî ji malê bar dike û diçe û piştî sê salan dewlemend dibe û bi merema tolvedanê vedigere "Bilindahiyên Wutheringê." Gava vedigere, dibîne ku kesekî meyxvexwer û bedxû ji Hindley derketiye, pir jina xwe ya ciwan dêşîne ku di dawî de bi ser zarokê xwe de dimire. Heathcliff ku bi niyaza tolê hatiye, ew hemû sivikatî û birîndarkirina zaroktiyê ji bîr nekiriye, bi awayekî hişk dest bi wêrankirina jiyana hemûyan dike.
Kurê Hindley dixe bin destê xwe û wek zarokekî kûvî kedî dike. Da tolê ji Catherine jî bistîne, xwişka mêrê Catherine dike hevjîna xwe, her çiqasî qet jê hez nake jî û wê pir dêşîne. Heathcliff wek berê dildarê Catherine ye. Her çiqasî Catherine hewl dide têkiliyeke dostane wek berê bi Heathcliff re damezrîne, lê ji ber ku Heathcliff bi ruhekî şerxwaz û xwesteka tolvedanê vegeriyaye, rijd e li ser wêrankirin û têkdana jiyana hemû endamên malbatê. Piştî mirina Hindley jî ji ber meyxuriya zêde, kurê Hindley dike rencber û xulamê xwe û wî dixe heman rewşa ku ew bi xwe tûşî wê hatibû.
Piştî demekê Catherine jî bi ser zikê xwe de dimire û keçekê li pey xwe dihêle ku her navê Catherine lê tê kirin. Heathcliff ku mirina Catherine wî bi temamî dîn û dirinde dike, da tolê ji Catherina Duyem bistîne, wê neçar dike bi kurê xwe yê dîn û netemam re bizewice, lê piştî mirina kurê Heathcliff, Catherine têkiliyeke evînî bi kurê Hindley Hareton re dirust dike û hewl dide wî rizgar bike ji wê rewşa ku Heathcliff bi ser wî de ferz kiriye. Di dawî de Heathcliff piştî ku jiyana hemûyan wêran dike, bi awayekî hêdî hêdî xwe jî dikuje û ji ber nexwarin û nerazanê dimire. Herwiha Catherine û Hareton dizewicin û dest bi jiyaneke xweş û tije evîn dikin.
Li gor min giraniya romanê li ser du mijaran e. Mijara yekem: Kesayetiya Heathcliff wek kesekî ku di zaroktiyê de, tûşî rengekî ji girêka xwekêmdîtinê hatiye. Duyem jî meseleya eşqê di romanê de ku hem roleke wê ya avaker û hem jî ya têkder û xirabker heye. Hem avakera pêwendiyê û hem jî afirînera trajediyê ye.
Mûmkin e karaktera Heathcliff mijara gelek lêkolînan be. Li vir ez hewl didim Heathcliff wek şênberbûna karaktereke xwekêmbîn werbigirim. Girêka xwekêmdîtinê mijareke girîng a edebiyat û derûnnasî ye. Kesekî wek Alfred Adler beşekî zêde yê karên xwe di warê derûnnasiya civakî de ji bo xwendina karakterên bi vî rengî terxan kiriye.
Li ba Adler hestê xwekêmdîtinê û hewldana ji bo qerebûkirina kêmasiyan û gihîştina bi xwesteka xwebilinddîtinê, dibe yekem pêngav û xala destpêkirina jiyanê. Mirov bi hukmê lawaziyê di kêlîka jidayikbûnê de, heta mirinê hesteke nediyar a lawaziyê pê re dimîne. Li ba Adler, mirov ji zaroktiyê ve bi wê hesta xwekêmdîtinê tê dinyayê û ji bo herdem jî ev hest pê re dimîne. Li cem Adler, ne merc e encamên vê hestê hertim xirab bin, çimkî di kokê de ev hest berê mirov dide çalakbûn û pêşketina di jiyanê de.
Ango hesta xwekêmdîtinê bi du awayan kar dike. Li milekî wiha dike mirov geşe bike û li milekî din jî eger ev hest sînorê xwe derbas bike, dibe girêka xwekêmdîtinê û li şûna ku bibe sedema geşeya mirov, dibe sedema azar û rahejandina derûnî jê re û hemû têkiliyên civakî têk dide û dibe sedema pirbûna xwesteka desthilatxwaziyê. Herwiha hest an rasttir girêka xwekêmdîtinê şîdet û tundûtûjiyê çêdike.
Heathcliff nimûneyek baş a mirovên bi vî rengî ye. Ew di atmosferekê de tê dinyayê, ku têde berdewam avêtî bûye, dê û bavê wî bi xwe wî davêjin, li Bilindahiyên Wutheringê jî wê hembêza germ nabîne. Hemû wek zarokekî qereçî lê dinerin. Ji zaroktiyê ve têde hatiye çandin ku ew ne tiştek e. Jiyana wî di zaroktî û ciwaniyê de biçûkkirineke berdewam bû. Lê siruşta wî wiha ye ku li şûna stûxwariyê, bi tundî û şerraniyê bersiv bide. Tena tiştê ku Heathcliff li "Bilindahiyên Wutheringê" radigire, evîna Catherine e. Ev tena tişt e wiha lê dike bi hinek rêzdarî li xwe binere, rojekê ku guhê wî li gotinên Cathy ên li ser wî dibe, dema dizane li ba Cathy jî cih û pileyeke wî ya zêde tune, jiyana wî hemû wêran dibe.
Ew gotinên Cathy hemû şerraniya hundirê wî derdixe derve. Da tolê bistîne, divê jiyana wî biguhere, diçe û bi kereseya rasteqîn a desthilatê "pere" vedigere. Daku xwe ji wê kêmdîtin û biçûkiya zaroktiyê rizgar bike, desthilateke dirrinde û hovane li ser êndin ferz dike, daku êdî xwe lawaz nebîne û wêneya wî ya biçûk neyê bîra wî, divê bi awayekî destê xwe bixe nav jiyan û çarenivîsa êndin û wan ber bi talanî û nemanê ve bibe. Heathcliff li pey wêneya xwe vedigere "Bilindahiyên Wutheringî". Tiştê di karaktera xwe de ji dest daye, dixwaze bi şerranî û tolvedana bêrehm bidest bixe. Tîbûna xwe ji bo meziniyê têr dike, lê li hember vê yekê hemû kesên nêzîkî xwe ji dest dide û ew bi xwe jî ber bi nemanê ve diçe.
Roman wêneyeke eşqê nîşanî me dide ku pir di edebiyata romantîkan de dubare dibe, têkiliya eşq û mirinê. Eşq bi giştî di vê romanê de wêranker e. Pêşî asûdehiyekê dide Heathcliff û dûre gava fêm dike ku eşqa Catherine tenê hewa û heweseke derbasbar bû, dema dizane Cathy dixwaze bi Edgar re bizewice û wî wek kesekî hêjayî zewacê nabîne, dema fêm dike Catherine bawer dike wêneya wê ya civakî birîndar dibe eger dakeve asta kesekî wek Heathcliff, bi vê yekê hemû kirêtiyên di eşqê de û derewên wê yên veşartî jê re eşkere dibin. Piştî ku Heathcliff eşqê di dilê xwe de dikuje û xwe ji tolvedaneke mezin re amade dike, beriya her tiştî jî tolê ji wê wêneya xwe ya şikestî û birîndar distîne ku hemû wî binpê dikin.
Gelo Heathcliff hov û dirrinde ye? Yan tenê dilekî şikestî ye ku hemûyan ew birîndar kir, kesek bû hemûyan xwest qedir û rêza wî ya însanî kêm bikin û ew bi rengekî dorpêç kirin ku ti rê li pêşiya wî nema ji bilî tolstandinê? Ev pirs hêjayî lêfikirîn û ponijînê ye. Lê ji bilî vê wêneya eşqê ku pir girêdayî mirinê ye li ba romantîkên sedsala 18 û 19an û berê jî Goethe û Stendhal di romanên Kul û Kederên Werthers û Sor û Reş de li ser vê pêwendiya bihêz a eşq û mirinê sekinîne. Roman hêza avaker a eşqê jî nîşan dide, bi taybetî di dawiya romanê de ku nifşê nû yê malbatê bi giyanekî din, dûrî hesta tolstandin û şerraniyê, di nav wê wêranistanê de ku ji ber eşqê dirust bû, derbasî nav evîndarî û jiyaneke nû dibin ku bi riya eşqê dirust dibe.
Di vê romanê de Emily Bronte li kêleka aliyê biêş ê eşqê, hêza bêdawî ya evîniyê jî nîşan dide. Hinek dîmenên vê romanê, wek dîmenên nemir ên eşqê di edebiyatê de tên hejmartin, çimkî ev roman eşqê ji pêşî heta dawî, bi hemû jan û hêviyên wê nîşan dide. Kul û kederên eşqê li ba Heathcliff ewqasî xurt in ku wî ber bi dînbûn û windabûnê ve dibin. Lê eşq dîsa hêvî û dilînî û xwestekeke navxweyî ye ku hemû qehremanan bi awayên cihêreng ber bi hevdu radikişîne. Li wî cihê ku eşq winda dibe, pêwendî hişktir dibin û li wî cihê ku peyda jî dibe enerjiya jiyanê bêtir dibe û bextewerî zindî dibe.