Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kantona Cizîrê êrişî YPGê kir

Hewlêr (Rûdaw) – YPGê ragihand, îro Artêşa Tirkiyê agirbesta li Sûriyê binpê kir û êrişî navendeke leşkerî ya şervanên Kurd kir. YPGê got, li ser êrişa îro ya leşkerên Tirkiyê de wan agahî ji komîteya taybet bi çavdêriya agirbesta Sûriyê re şandiye.

 

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Kantona Cizîrê êrişî xala leşkerî ya Xerezê ya şervanan kirin.

 

YPGê da xuyakirin, êriş li ser sînorê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat û leşkerên Tirkiyê şervanên YPGê dan ber gulleyan.

 

Li gor daxuyaniyê, Artêşa Tirkiyê hewl dide li wê derê jî li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dîwar ava bike.

 

Fermandariya Giştî ya YPGê tekez kir, ku wan li ser êrişa leşkerên Tirkiyê peyamek ji komîteya çavdêriya agirbesta Sûriyê re şand û derbarê êrişê de agahî dan wê komîteyê.