Bibîne çawa Nêçîrvan Barzanî şaşiya wergêr girt

 

Wan (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu û berpirsên herêmê civiya.

Di vê serdanê de Nêçîrvan Barzanî ligel karsaz û sermayedarên Wanê û Bakurê Kurdistanê re civiya û piştre konfransekî rojnamevanî lidar xist.

Di nîva axevftinê de, kesê ku gotinên Barzanî werdigirandin tirkî, pevyek xelet tercume kir lewma Nêçîrvan Barzanî rawestiya û got, “Hindê ku ez tirkî dizanim wergêr şaşiyek di wergêranê de kir” ev jî bû sedema pêknîna hemû beşdaran…